ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Di çarçoveya parastina ji vîrûsa Koronayê, hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina derketina derve girt. Qedexe ji seat 06.00’ê roja 23`yê Adarê ve destpê kir. Rêveberiyê got, yê ku qedexeyê binpê bike dê rastî lêpirsîna qanûnî bê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid bang li şêniyan kir û got: “Tedbîrên xweparastinê yên ku Rêveberiya Xweser li dijî belavbûna vîrûsa Korona girtine, bînin cih. Bila şênî rihet bin ku komîteyên ximzetguzariyê li ser kar in, bi taybet çavdêriya zamhêrê dikin da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê şaxê Hesekê û yek ji girtiyên siyasî yên wê demê Şemsedîn Mele Ibrahîm got: “Fermandarê polîsan ê berpirsiyarê girtîgehê, rêveberiya girtîgehê û ewlehiya siyasî ji ber bertîlê û derbaskirina madeyên hişbiriyê bûn sedema sereke ya derketina şewata li girtîgeha Hesekê. Di encamê de zêdetirî 62 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji wan 25 Kurd bûn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî rewşa Baxozê paşguh dikin. ji aliyekî din ve Meclisa Herêmî ya Baxozê bi desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hewl dide bi kedên xweser careke din bajarok geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Senaryoyên xeteriya destwerdana dewleta Tirk  di Sûriyê de û dagirkirina parçeyên ji bakurê Sûriyê, bi rêjeyeke mezin dişibihin senaryoyên ku DAIŞ`ê li Sûriyê dane meşandin. Piştî bidawîbûna DAIŞ`ê, xuya ye ku xeteriya Tirkiyê jî ne kêmî xeteriya çeteyên DAIŞ`ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cuma Kalo got: “Fikrê netewa demokratîk dijminahiya di navbera pêkhateyan de hatiye çandin, tune dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên bajarokê Hecînê daxwaz kirin ku deverên DAIŞ`ê lê jin îşkence dikirin, bibin cihê piştgirî û xurtkirina jinan. Lewma girtîgeha ku jinên êdizî yên hatibûn revandin lê hatibûn girtin, kirin Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Seydayê Tîrêj yek ji helbestvanên Kurd ên nûjen e ku mohra xwe li helbesta Kurdî xistine û pirtûkxaneya wêjeyî ya Kurdî zengîn kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA