ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Piştî ku Meclisa Ewlehiyê vekirina dergeha Bab El-Hewa yê di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de (ku hinek dikevin nava lîsteyên terorê) erê kir, mijara alîkariyên bi gelê Sûriyê re careke din ket rojevê. Hikmet Hebîb li ser xeteriya biryarê hişyarî da û girêdana rêxistinên navnetewî bi hêzên berjewendîperest re, rexne kir.

- Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê sûcên dîtir ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê belge kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê li bajarê Hesekê got: “Pêşkêşkirina projeya netewa demokratîk li Rojhilata Navîn ku xwe disperse firkên Rêber Ocalan, dê hemû astengiyên li pêş civaka Rojhilata Navîn çareser bike. Serkeftinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, encama berxwedana gelan û baweriya wan bi projeya netewa demokratîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Rûspiyên herêma Dêrikê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa Kurdistanê şermezar kirin û bang êlan û partiyên siyasî kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk û timayên wê li axa Kurdistanê bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinan li navçeya Amûde ya kantona Qamişloyê bi rêya koperatîfên sewalkariyê ya xwedîkirina pez, debara malbatên xwe peyda dikin

KURDISTAN

-Ji destpêka 2020`an ve li başûrê Kurdistanê, 88 binpêkirin û cezayên zagonî yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatine belgekirin.  Li herêma başûrê Kurdistanê binpêkirinên wekî girtin, lêdan û heqareta li  rojnamevanan, girtina saziyên çapemeniyê û desteserkirina alavên xebatê çapemeniyê, pêk hatine.  Li gorî çavdêran, hikumeta herêmê qanûnên girêdayî çapemeniyê binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-gerînendeya Çandiniyê ya kantona Girê Spî zirarên cotkaran ji ber şewatên bi zanabûn û ne bi zanabûn eşkere kirin. Gerînendeyê destnîşan kir ku şewatên ku rû dane bi rêjeya ji sedî 70 bi zanabûn ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve pêk hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA