ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23. 11. 2019‘an

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Jinên di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de der barê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyekê li ber avahiya NY‘yê didin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Bêdengiya we me dikuje" Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê komxebateke "Mirovî, hiqûqî, siyasî" li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di 9`ê Cotmehê de dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encama êrişan de bandoreke neyînî li xwendekarên Zanîngeha Rojava bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên bajarê Girê Spî gotin, bi hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka wan ew nafikirin vegerin malên xwe. Şêniyên bang li civaka navdewletî û rêxistinên têkildar kirin ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî sivîlan re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulrehman ê 14 salî behsa koçberiya ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dike. Ebdulrehman got: "Çeteyên dagirkeriyê mal û milkên me dizîn û tiştekî me nemaye, hêvî dikim QSD`ê herêmên me rizgar bikin em vegerin dibistanên xwe û wek berê di ewlehiyê de bijîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din