ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê dimînin, destnîşan kir ku armanca artêşa Tirk ji armanckirina sivîlên li kantona Şehbayê valakirina herêmê ji şêniyên wê ye û berfirehkirina rûbera  dagirkeriyê ye. Şêniyan hêzên Rûsyayê û Sûriyê berpirsên kiryarên dagirkeriyê dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Elî bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, dibêje bi saya fikr û felsefeya wî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek, bi hev re dijîn û li rex hev şer dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Nîdal li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Parastina Zarokan, têkildarî radestkirina kesên biçûk, daxuyaniyekê li Buroya Desteya Kar û Barên Civakî ya li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan çîrokên xwe yên bi tundiyê re vegerandin hêz û têkoşînê, her wiha bi tevlêbûna li saziyên Rêveberiya Xweser merheleya tundiyê derbas kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Stra li navenda xwe ya li navçeya Amûdê semînerekê li ser tundiya li ser jinan dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Amadekar a Pêngava Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, daxuyaniyekê li bajarê Minbicê dide û di çarçoveya pêngavê de şanoyekê li ser tundiya li ser jinan pêşkêş dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Piraniya pergalên serdest fikrê, “parçe bike bi rê ve bibe” ji xwe re dikin bingeh da ku gel an jî civakê yan jî pêkhateyeke olî neçar bike da ku siyaset û planên wê li gorî berjewendiyên xwe, pêk bînin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li herêmê xeteriya li ser pêkhateyan nû dike. Her wiha bang li civaka navnetewî û Rûsyaya garantor kir ku sûcên Tirkiyê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîran bang li ENKS'ê kirin ku heger niyeteke wê ya cidî ji bo pêşxistina diyalogên yekitiya kurdî hebe bila têkiliyên xwe bi Tirkiyê û "Îtîlafa Sûriyê" re qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-2'yemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan ya Silêmaniyê li dar ket û tê de weşangeriyên Rojava beşdar bûn, lê şêniyan herî zêde serdana van weşanxaneyan dikir, ligel wê jî pandemiya vîrusa Korona û rewşa aborî li ser tevgera pêşangehê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cemal Eslan pîşeya çêkirina kêran ji bapîrên xwe wergirt û pîşeya xwe bi pêş xist, da ku li gorî merheleya aborî ya li ser welat derbas dibe, be û êdî pîşeya wî pêdiviyên sûkên herêmê dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA