ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbicê meşeke ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeyên Çilaxa û Amûdê meşên girseyî ji bo şermezarkirina êrişn dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê saet di 01:00’an de li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Şedadê destnîşan kirin ku êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsa bi destûra “garantorê” rûsî pêk hatine û teqez kirin ku ew li pişta şervanên QSD`ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Navendên lêkolînên jineolojiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xebatên xwe girîngî da lêkolînên li ser koçberî, tundî û azarên civakê bi giştî ku di sala 2020`an de derketine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê got ku dewleta Tirk ji guhertina xuyanga keleha Nebî Hûrî û avakirina mizgeftekê li wir armanc dike nasmane û dîroka şêniyên Efrînê ya ku digihêje hezaran salan, biçewisîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jineke Kurd (66) bi rêya Instagramê cilûbergên jinên Kurd ên ku li çiyayên Kurdistanê dihatin lixwekirin, belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Mudirê Navena Selman Zayid a Lêkolînan, got ku cezayên li dijî Tirkiyê dê bi awayekî neyînî bandor li aboriya wê û pêşeroja Erdogan bike. Ji ber ku gelê Tirk gelek siyasetên wî red dikin û bi cezayan re, redkirin zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Rojnamegerê iraqî Ahmed Musewî de barê serdana Kazimî ya Tirkiyeyê de got, Kazimî ji ber siyaseteke qels destvala ji Tirkiyeyê vegeriya. (BI WÊNE)

- Rojnameger Rohat Baran destnîşan kir ku Rûsya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê xwe bê deng dike û got balkêş e di heman wextî de dewleta Tirk ji nuqteyên xwe yên li Idlibê vedikişe, ev germ û gura vê dawiyê nîşan dide ku ihtîmal heye di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de bazarek hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Şedadê pêşangeke alavên folklorî saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYHAN

- Xwendekarên zanîngehên Sûriyê di şantajan re derbas dibin, da ku bertîlan bidin û xwendina xwe temam bikin û êdî rewşa xwendina bilind li Sûriyê "yan tu yê bertîlan bidî yan jî tu yê rastî şantajan werî yan jî tu yê xwendinê berdî". (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Zarokê bi navê Ehmed Mihemed saet 07:00 sibehê diçe nava zeviyên xwe, da ku 2 biznên xwe biçêrîne û tenê ew her du bizin ji malbatê re mane. Di rêya çûna nava zeviyan de di nêzî dibistana xwe re derbas dibe. Ji ber ku dibistan êdî armanca guleya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û xwendekar nikarin tê de bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Dêrazorê bi hemû hêza xwe ji bo pêşdeçûna rewşa perwerdeyê dixebtin. Lê beriya wê, di dema serweriya komên çete, şer û koçberiyê de perwerde rawestîbû. Lê Meclisa Sivîl a Dêrazorê niyet dike ku 5 milyon û 274 hezar dolar ji bo mîzaniya 2021’an diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA