ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Xebatên QSD‘ê yên paqijkirina Baxozê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Edaleta Civakî ya bajar û gundewarên Minbicê konferansa xwe ya yekemîn li hola civînan a Meclisa Zagonsaz li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê 2 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"DAIŞ şiket, tarîtî û tirs ji holê rabû û Dêrazorê ronî bû, bi hezaran sivîl ji zulma çeteyan rizgar bûn" gelek gotinên mîna van ku balê dikşîne ser rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ‘ê diviya bû ku bi destê hevalên me yên Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed hatiba nivîsandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gaziyên li hember çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û şer kir, eşkere kir ku hêviya wan pêk hatiye û DAIŞ têk çûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ku roleke girîng di rêveberirina prosesa perwerdeyê de dilîze hejmareke mezin a xwendekaran hembêz kir, piştî ku bi salan ji perwerdeyê hatibûn dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê hefteyê de bûyerên girîng rû dan jê; QSD gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ ji rizgar kir û xebatên paqijkirinê da destpêkirin, bi deh hezaran kes bi dirûşmeya  "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" Newroza 2019‘an pîroz kirin, her wiha di salvegera  dagirkirina Efrînê de bi deh hezaran kes daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Jinan di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gelek keveşopiyên paşverû ku di civakê de hatibû rûniştandin şikandin, di nav de pirsgirêka zewicandina bi dare zorê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê pêşengeheke pirtûkan li kampa Serdemê vedike, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di bazarên bajarê Reqayê de firtona kêvark an jî kavkulîk pir bûye ku bûye jêdera qota gelek firoşkarên bajêr. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA