ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.04.2019

 

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Şêniyên Kantona Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed El-Xabûr li Goristana Şehîdan a Til Koçerê oxir dikin. Her wiha şêniyên kantona Qamişlo Şehîd Dijwar Qamişlo şervanê YPG`ê li gundê Kirbawiyê yê girêdayî bajarê Qamişlo oxir dikin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Şaredariya taxên Rojava ya bajarê Qamişlo peymanek bi şirketa Zagros a qirkirina riyan li navenda Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên kantona Qamişlo mohr dike, da ku dest bi sererastkirina riyên taxa Rojava bike saet 09:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê meşek organize dike saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Wezîr Erekdar û Nûnerê Wezîrê Karê Derve yê Sûdanê Bedir El-dîn Elî got ew bi têkçûna DAIŞ`ê kêfxweş in. Her wiha destnîşan kir ku Sûdan ji xeteriya terora DAIŞ`ê ne dûr e û pesna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re sedemên veşartî yên krîza benzînê li herêmên di bin serweriya Rejîmê de eşkere kir û got, armanca vê krîzê ew e ku ambargoyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Buroya Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  amadekariyên lidarxistina Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk dike. Dê kongre di dawiya meha Nîsanê de li darbikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyarityê xwe rabe û zextê li tevahiya aliyan bike da ku çareseriya siyasî li Sûriyê bi sponseriya NY`î û pêkanîna biryarên navdewletî aktîv bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedar Ridwan Agirî got di encama aloziya Tirkiyê ya hundirîn de û windakirina AKP`ê hilbijartinên herêmî,  Tirkiyê tevahiya hevalbendên xwe li Rojhilata Navîn winda kirin ji ber wê xewnên wê yên berfirekirinê berbelav bûn. Agirî destnîşan kir ku Tirkiyê li paş êrîşên li ser Helebê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Cara yekê ye ku piştî rizgarkirinê, jinên kantona Şehbayê tev li dewreya bîrdozî ya girtî dibin. Jinan ev gav wek gavek dîrokî wesifandin.

CIVAK Û JIYAN

- Li kampa Erîşa ya ku dikeve ser Bendava Başûrê kantona Hesekê, piştî baranên zêde ava bendavê ser de avêt. Ev bû sedema ava kanalîzasyonê derkeve û belavî nava kampê bibe. Ev jî metirsiya belavbûna nexweşiyan di nav niştecihên kampê de zêde dike. Ji ber ku rêxistinên mirovî rewşê paşguh dikin, koçber bi gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Guhertinên domdar ên rewşa hawayê yên îsal, bandor li xebatên Şsredariya Gel a bajarê Minbicê kir. Di encama barîna baranê bi giranî projeyên xizmetguzariyê yên ku dihatin payîn di dawiya Sibatê de temam bibin hatin paşde xistin û heta niha nîv çû mane. Ji aliyekî din ve şaredarî xebatên xwe yên lezgîn ên toreyên kanalîzasyonê de didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA