ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Konferansa  Damezrîner ya Sendîqeya Karkerên Reqayê li hola Tac a bajarê Reqayê li dar dikeve, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya ku li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên birçîbûnê berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya piştgiriya hemleya grevên biçîbûnê ya navçeya Ehdasê bi tevlêbûna endamênNavenda Çandê ya Kantona Şehbayê û şêniyên Şehbayê di roja 8`an de berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva biçîbûnê ya şêniyên herêma Cizîrê li parka 19`ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo di roja 7`an de didome.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên meha Gulanê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne, saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya kampa Holê biryar da ku 2 beşên nû li kampê zêde bike û bi wê re jî piştî hejmara şêniyên kampê gihaşt 73 hezaran, beş bûn 8. Li rexê jî rêxistinên navdewletî di paşguhkirina alîkariya penaberan de berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Reqayê tekez kir ku armanca dîwarê ku li Efrînê tê lêkirin, parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina Efrînê nava xaka dagirkeriya Tirk e. Her wiha şêniyan got divê civaka navdewletî bi wijdan der barê dîwarê parçekirina Sûriyê de bikeve nava tevgerê .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Têkoşîna ku şehîdan pêk aniye û ji bo azadiya gel canê xwe fedak kiriye, navên wan zindî dike. Divê gel şopdarê wan be" Bi van gotinan şêniya bi navê Cîhan Şêx Hêder hevdîtina xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vedibêje.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Buroya Rêxistînî ya PYD‘ê li Girê Spî Mustefa Muslim anî ziman ku bêdengiya rêjîma Şamê û civaka navdewletî rewabûnê dide Tirkiyê ku planên xwe yên dagirkirî li Sûriyê pêk bîne .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran diyar kirin ku gelê dê bi kiryarên Tirkiyê yên bi armanca bidawîkirina grevê neyê xepandin û got: "Çalakgerên grevê peyamekê didin ku gelê Kurd gelekî azadîxwaz û aştîxwaz e." .(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komînên jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dan rêya birêxistinkirin û perwerdekirina jinê peyda bikin. Bi rêya têkoşîna endamên wê komîn bû spargeha jinên tevahiya pêkhateyên taxê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVA Û JIYAN

- Cotkarên Sûriyê  ev çend roj in dest bi çinîna hilberînan kirin, hin cotkar nirxê kirîna genim û ceh ku rêveberiyê diyar kiriye baş dibînin, lê hindek din jî red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA