ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komîteya Çalakiyan a Navenda Perwerdeyê ya herêma Serêkaniyê peymangeha zimanê Kurdî di dibistana Kîvork de vedike saet 12:00`an. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Aloziya Sûriyê di navbera nakokiya li herêma “bêçek” û tevgerên siyasî yên Emerîkayê de diçe û tê. Ji aliyekî din ve nakokî li kendavê di navbera Washington û Tehranê zêde dibe. Tirkiye di dikrîna moşekên S400 de bi biryar e. Washington ji bo ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê lêkolînan dike.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku sedema kûrbûna krîza Idlibê; tu amadekariyên dawî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê nayê kirin e û got: “Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgireka Idlibê alternatîf e.” ) BI WÊNE Û DÎMEN).

-Muxalifê siyasî Ebdulsetar Feysel dibîne ku şandeyên ewropî, rojavayî û Erebî yên dawîn bi armanca naskirina rewşa herêmê û tevlikirina MSD`ê di danûstandinên bê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ji ber ku MSD`ê ji bo danîna nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê xwedî proje ye. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Mastê kelandî xwarineke gelêrî ye û di nav şêniyan de tê naskirin. Di mewsimeke taybet de tê çêkirin. Jin wek xwarineke sereke ser maseyê datînin, her wiha bûye jêderek aborî ji her malekê re. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Zaroka bi navê Mufîde Hemdî ya 13 salî, tevî zimanê dayîkê bi 4 zimanên din Erebî, Hindî, Farisî û Suryanî distêre. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Suryan ên pêşverû ya Hesekê bi boneya salvegera 104`an a komkujiya Suryanî û Asûrî li navenda Komleya Çandî ya Suryanî ya li taxa El-Nasre çalakiyek çandî lidar dixe. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Reqayê di nava komîn û meclisên herêmê de xwe bi rêxistin kirin, komîn û meclis wekî lêvegera bicihanîna hemû pêwîstiyên wan ên rojan e dibînin. Şênî xweşî û xemgîniyên xwe bi hev re parve dikin, mînaka vê yekê di şewatan li zeviyan de diyar bû, ku hemû beşdarî vemirandinê bû. ) BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, niha jî dest bi şewidandina zeviyên şêniyan kirine. Şêniyên herêmê gotin: “Me ji bo parastina cîhanê bi hezaran şehîdan, îro jî divê civaka navnetewî piştgiriya me bike û alîkariya cotkarên herêmê bike.” ) BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA