ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiya mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmê di roja 6‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Hundirîn ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco got: “Eger êrîşek li ser herêmê pêk were, wê kontrolkirina çeteyan zehmet be. Ew jî wê rewşê tevlîhev bike. Dê derfeta jinûve xwekomkirinê ji DAIŞ’ê re bide avirandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk Mahîr Temran bang li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser dadgehek navdewletî li herêmê ava bikin û wiha got: “Eger DAIŞ’ê neyê darizandina dê xeteriyê ji aramiya herêm û cîhanê re çêbike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Şikrî Hemo diyar kir ku Tirkiyê hewl dide bi gelek rêbazan DAIŞ`ê vejîn e û aloziya xwe ya hundirîn derxe derve. Hemo got: “Yek ji wan rêbazan jî avakirina herêma “ewle” ye. Gelê herêmê û partiyên siyasî planên Tirkiyê red dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakgerê siyasî û hiqûqnasê Sûrî yê muxalîf Luqman Iyana got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyê nimûneya herî baş e. Divê bibin beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê û xêzkirina pêşeroja wê. Ne gengaze ku Rêveberiya Xweser were paşguhkirin an jî dûrxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Sînan Ehmed bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk rexne kir û got: "Dagirkeriya Tirk nabe dost û hevalbendê gelê Kurd." Her wiha bang li partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava kir ku beşdarî însiyatîfa kongreyê bibin û destkeftiyên herêmê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol di roja çaremîn de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarê wê hewl dide werzîşvanên li ser werzîşa rakirina giraniyê di bin çavdêriya koç û şampiyonê navdewletî yê berê Mistefa Rimo de, perwerde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA