ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê didomînin û gefên Tirkiyê li dijî herêmên xwe red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Qamişlo di encama operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror de hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin. Endamên hatîn girtin heta niha çendî teqîn pêk anîne û di amedekariya çendîn teqînên xwekujiyê de bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Îro jî çawa ku beriya salek û nîvî MÎT a Tirk ENKS ji bo dagirkirina Efrînê bi kar anî, niha jî ji bo tevlîhevkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Li aliyekî din hewl dide bi destekdana şaneyên veşartî yên ser bi dewleta Tirk, ewlehî û aramiya herêmê derbe bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş bang li şêniyên bajarê Reqayê yên ku ji bajarê xwe di dema dagirkirina DAIŞ`ê bajêr de kir ku vegerinwarên xwe û wiha domand: "Bajarê me ewle bûye û bi hewcedariya zendên ciwanên xwe ye da ku mîna berê vegere." (BI WÊNE Û DÎMEN(.

-Ji ber dorpêça xeniqî şêniyên Efrînê yên ku kantona Şehbayê dimînin tevî topbarana dijwar a ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, zehmetiyan dikşînin. Li gorî şêniyan kiryarên dagirkeran di hewldanekî de ji bo şikandina vîna gel pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Hesen got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim çareseriyên aştiyan ji aloziyan re pêşkêş dikir û nameyên wî yên dawîn wê tekez dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevabendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê panelek binavnîşan Rêya hevrişmê û timayên navdewletî di Helebê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mihrîcana şehîd Stêrvan a ku Tevgera Jina Ciwan a kantona Efrînê li dar xistiye di roja xwe duyemîn de di stadgeha Babnis a kantona Şehbayê de berdewam dike, saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Her du şaredariyên gel ên navçeyên Rojhilat û Rojava yên bajarê Qamişlo hindek maye projeya ziftkirina rêya kembera bakur a stratejîk bi dirêjahiya 14 km çûn û hatin bi dawîbike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA