ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Reqayê cenazayê şehîd Xalid Hesen El-Kerad li goristana Şehîd Sêvdar vedişêrin, saet di 13:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeha xwe li navçeya Til Koçerê vedike, saet  di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Berav a herêma Dêrikê meşekê li dar dixin, meş ji gundê Berek heya Eyn Dîwarê ye, saet  di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi armanca şeremzarkirina komkujiya li Til Rifetê daxuyaniyekê dide, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina tecîrda li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li gundê Til Sosîn dide, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê merasîma veşartina cenazeyên şehîdên komkujiya Til Rifetê li dar dixe, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Necimedîn Mele Umer diyar kir ku vîna rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda giran jî têk neçûye û berovajî vê yekê bi xurtbûna tevgera Azadiyê aliyên kevneperest û nijadperset tên çewistandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên şehîdan ji bo gerîlaya HPG'ê Hêva Remo ya ku di berxwedana Heftanînê de şehîd bûbû, merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet di 12:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a bajarê Hesekê der barê qetilkirina hevseroka meclisa bajaroka Til Şayir û cîgira wê daxuyaniyekê li qada Şehîd Artho ya taxa Nasra dide, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî êrişa hewayî ya li dijî li gundekî Kobanê got, ev kiryar yek ji zêdegavên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewlehî û aramiya herêmê ye ku di nava bêdengiya Rûsya û civaka navneteweyî de pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê diyar kir ku Rûsya û dewleta Tirk ji ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, sûdê werdigirin û got: "Berxwedana gelê Efrînê wê planên wan vala derxe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Gîvara Şêx Nûr got armanca sereke ya şerê taybet derbekirina exlaqê civakê ye. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê şerê taybet bi rêya kuştina rûspiyên eşîreyên Ereb li Dêrazorê, pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku desthilata nû ya DYA’yê ya bi serokatiya Biden, ji bo ku berjewendiyên xwe yên li Iraqê biparêze, dê hewl bide koalîsyoneke biîstîqrar çêke û Biden ji dînamîkên nû re vekirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevahî, encamên ku dê ji serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ji Bexda û Hewlêrê re derkevin bi baldarî dişopînin, lê çavdêr dibêjin ku ev serdan ne normal bû û dê encamên wê jî ne normal bin. Bi wê re gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor da zanîn ku dewleta Tirk bi demê re ketiye pêşbirkê û dixwaza rewşeke nû ferz bike, lê rojnamegerê êzidî piştrast kir ku kompoloyeke nû li dijî Şengalê heye û wiha got: "Erdogan û desthilata wî di qetilkirina me de berdewam in." (BI WÊNE).

DOSYA

- Berxwedana dîrokî ya di kuçe û kolanên Kobanê de pêk hat, îsbat kir ku cîhan dikare ji bo parastina mirovahiyê û kurdistanî jî ji bo parastina doza xwe bibin yek. Her wiha îsbat kir ku îradeya bi hêz û çanda girêdana bi axê ve dikare serkeftinê mîsoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên navçeyêên Zirgan û Dirbêsiyê, li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşeke meşeleyî li dar dixin, saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi şahiyekê hunermend Ayaz Yûsif li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi bîr tîne, saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên ji pêkhateya Ereb a ku bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bandor bûne, tecrîda li ser rêbertî şermezar kir û got ku armanca tecrîdê fikirê azad ê  rêbertî belav nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA