ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Êlên Ereb ên rojhilatê bajarê Dêrazorê piştî ku di serdema DAIŞ`ê de hatibûn paşguhkirin û piraniya rûspiyên wê koçber bûbûn. Niha piştî salekê ji rizgarkirina herêmê, carek din rol û bandora xwe di civakê de dilîzin û alîkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Keyfxweşiya 3 birayên şervan ku di nava  QSD’ê de bi hevre cih digrin û li dijî dagirkeran li kelêka hev berxwe didin e.  Şervanên bira piştî têkbirina DAIŞ’ê niha jî axa xwe ji dagirkeran diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bêdengiya navdewletî li hemberî dagirkirina  Efrînê şermezar kirin û gotin: “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, tekane rê berxwedan e. Hêviya me ya vegera Efrînê mezin e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Doktorê pergala parastina laşê mirov yê zanîngeha Guangzhou ya Çînê Mehmûd El-Azeb got: “Vîrûsa Korona niha li Ewrupayê belav dibe. Tevî ceribandin û ezmûnên ku zanyaran li cîhanê çêkirine, lê heta niha tu derman li dijî vîrûsê peyda nekirine. Em bang li hemû gelan dikin ku bi rihê berpirsyariyê tevbigerin.” (BI WÊNE).

DOYSA

- Di nava 9 salên aloziya Sûriyê de bi hezaran kes winda bûn û ta niha aqûbeta wan ne diyar e. Xizmên windayan dixwazin çarenûsa windahiyên xwe bizanin. Lê heta niha bersiv negirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Andoras Hena yê ji bajarê Qamişlo bi sedan parçeyên kevn ku ji bavê xwe wergirtine li cem xwe parastiye û di mîhrîcan û pêşangehan de nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Wek her herêma Sûriyê, ji bo parastina ji vîrûsa Koronayê li Helebê jî biryara qedexeya derketina derve hat dayîn. Endamên saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo parastina şêniyan kar dikin. Endam dibêjin, parastina şêniyan berpirsyariya her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA