ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Artêşa Tirk a dagirker hewl dide tevlihevî û neîstiqrarê di nava şêniyên gundên sînorî yên girêdayî navçeya Dirbêsiyê de, belav bike û rê nade cotkaran ku di erdên xwe yên çandiniyê yên nêzî sînor de, kar bikin. Şênî tekez dikin ku dê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, li ber xwe bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên taxa Şêmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, diyar kirin ku dewleta Tirk li gel bêdengiya hikumeta Şamê, axa Sûriyê parçe dike û dagir dike. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe li herêmê fireh bike û dîroka Osmaniyan vejîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên Dirbêsiyê daxuyand ku bi hevgirtina civakî ya pêkhateyên herêmê rê li fitneyê hat girtin, aramî û îstiqrar pêk hat û destkeftiyên herêmê hatin parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

SIYASET

-Siyasetmedarên Sûriyê destnîşan kir ku ji ber zordariyê Sûriye gihaştiye vê rewşê û armanca fitneyê jihevxistina tevna civakî ya li herêmê ye. Her wiha tekez kir ku bi yekitî û kombûna li dor Rêveberiya Xweser dê gel ji komployan rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Çavdêr diyar dikin ku lihevkirina veguherandina foruma gaza rojhilatê Deryayê Spî ji rêxistineke herêmî re, hêzeke xurt û girîng li pêşiya timayên dewleta Tirk ava dike û tirsê dixe eniya Tirkiyê, Qeter û Îranê. (BI WÊNE)

-Gelek raporên navneteweyî îşaretê bi wê yekê dikin ku DAIŞ`ê qelsbûna rola navneteweyî û rewşa ji ber Koronayê li seranserê cîhanê di mehên borî de derketiye, bi kar anî û careke din bi piştgiriya Îran û Tirkiyê vegeriya. Saziyên ewlehiyê û îstixbaratê yên gelek dewletên rojavayî ji bo yekê hişyarî dan. (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Hejmareke rewşenbîr û hunermendan destnîşan kir ku kolandina xendekan û zêdekirina PDK`ê hêza xwe li ser sînorê bi Rojava re, wan dixe nava fikaran û divê PDK bersiva pirsên wan bide. Her wiha diyar kirin ku rola Tirkiyê di wê yekê de heye û piştrast kirin ku ev qonaxa yekitiyê ye ne qonaxa kolandina xendekan e, divê li hemberî dijmin yekitî pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Mihrîcana Lêlûn a Sînema ya navneteweyî ya ku li kampên Berxwedan û Serdemê li dar dikeve didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Derhênerên sînemayê yên cîhanî û ji Kurdistanê yên ku bi fîlmên xwe tev li Mihrîcana Lêlûn a navneteweyî bûne, bi rêya nameyan kêfxweşiya xwe rave kir û hêvî kir ku mihrîcan bibe dengê şêniyên Efrînê. Her wiha ragihandin ku ew piştgiriya gelê Efrînê dikin û berxwedana wan silav kir û hêvî kir ku gel vegere warên xwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Rayedarên dibistana El-Cerah a fotbulê ya navçeya Tirbespiyê armanc dikin çanda werzîşê di nava nifşan de belav bikin. parêzvanê berê yê kluba Cîhad û tîma Sûriyê dibêje xewnên wî ji bo pêşxistina futbolê pêk tîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li piraniya parêzgehên Sûriyê yên di bin kontorla hikumeta Şamê de aloziyek sotemenî heye. Fesadiya heyî azaran gel zêde dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA