ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hevbendiya Niştimaniya Demorkatîk a Sûriyê ya şaxê Reqayê li ser "Bêkarî, sedemên wê, belavbûna wê û rêbazên bi dawîkirina wê" komxebatekê li navenda çandê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîd Hisên Reşîd li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyekî ji Efrînê ku ji ber êrişên artêşa  Tirk û çeteyên wê koçber bû, got ku aramî û ewlehî li Efrîna dagirkirî tune, êdî mirov nizane kengî mirov tê girtin an jî talana mirov dibin belkî qesta canê mirov bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadî diyar kir ku hêzên wan dê operasyonên lêgerînê yên li dijî şaneyên çeteyên ku şêniyan ditirsînin bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên li kantona Şehbayê nerazîbûn nîşan daxwaza ENKS'ê ya rakirina meteryalên bi zimanê kurdî û destnîşan kirin ku ev daxwaza xizmeta planên hikumeta Şamê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê da zanîn ku wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîna kir ku li dijî kesên biryara qedexeyê tevnegerin, cezayan pêk bîne. Ew biryar dê di çend rojên pêş de pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên rewşenbîr û wêjevan ên Rojava bang li her kesên ku rihê wijdanê û kurdewariyê bi wan re heye kirin ku li hember lîstok û planên dewleta Tirk a dagirker yên li Başûrê Kurdistanê pêk tên, bisekinin. Her wiha bang li PDK`ê kirin ku helwesteke Kurdî nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Nadyayan em ê Sûriyeke demorkatîk, pirrengî nenavendî ava bikin" Kongreya damezrîner a Meclisa Jinana a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Jin a Herêma Cizîrê bi boneya 25'ê Mijdarê komxebatekî li hola Zana ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an.

-Buroya Jin a Partiya Nûjen û Demorkatîk a Sûriyê bi navê "Tundiya siyasî ya li ser jinan" komxebatekê li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10:00'an.

CIVAK Û JIYAN

- Êdî krîza aborî ya li Sûriyê bi tirs e, ji ber dolar ne aram e û zextê li aboriya Sûriyê dike û bi wê re jî felceke bi giştî çêbûye. Her wiha barê wê jî li ser şêniyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- PDK’ê têkiliya xwe ya li dijî gelê Kurd bi dewleta Tirk a dagirker re berdewam dike, bi wê re endamên Navenda Cemîl Horo ya Çandê bang li PDK’ê kir ku dev ji siyasetên piştevaniya dagirkeriyê berde û hişyarî li ser piştgiriya bi dagirkerên Kurdistanê re dayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-''Dema em berê xwe  didin gundan, wê demê ew roj ji bo gel cejn e û digotin; ha karker hatin, her wiha gelek caran, dema artêş diketin gundan û zarokan gule ji leşkeran didizî û vedişartin. Lê dema em diçûn gundan, ew gule didan me û serkeftin hîs dikirin.''

- Endamên rêveber û şêniyên Efrînê yên koçberî Şebayê bûne, nakokiya ku PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê çêkiriye, red kir û diyar kir ku ev nakokî dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Malbenda Heleb a Rewşenbîr bi boneya 25'ê Mijdarê pêşangeheke wêneyan li hola Tevgera Ciwanên Şoreşger li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA