ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Wê operasyonên QSD`ê yên ji bo paqijkirina Baxozê bên şopandin.

-Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina QSD`ê û têkçûna DAIŞ`ê pîroz dikin. Şahî li qadên sereke yên herêm, bajar û navçeyên herêmê li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG`ê Kemal Efrîn bi rastnav Elî Mihemed Hêder ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye li goristana şehîdan a navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê oxir dikin saet 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê bi merasimekî sersaxiyê ji malbata şehîd Piling Kobanê re dixwazin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Şiniyor bi rastnav Azad Herma re dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Girê Spî bi şahiyekê li parka giştî Newrozê pîroz dikin saet 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekîtiya Karkeran a Herêma Cizîrê bi armanca nîqaşkirina rewşa karkeran û amadekariyên lidarxistina Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Karkeran a Herêma Cizîr civînekî li dar dixin 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku QSD’ê têkçûna DAIŞ’ê ragihand, malbatên şehîdan ên bajarê Reqayê diyar kirin ku ew bi fedakariyên ciwanên herêmê ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind in û tekez kirin ku fedakariyên zarokan wan bi serkeftinê tacîdar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êla El-Şumer gelê Sûriyê, bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftina mezin a QSD`ê pîroz kirin û diyar kirin ku divê êlên Ereb ji bo tunekirina fikrên DAIŞ`ê kedên mezin bidin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

- Rewşenbîrên Herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Her wiha destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo tunekirina fikrên tundrew ên ku çeteyên DAIŞ`ê di nav gelên herêmê de çandine, kedên bêhempa pêwîst in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û  rûspiyên bajarê Reqayê QSD`ê bi serkeftina ku bi `Serkeftina xêrê li ser nebaşî û zordestiyê` wesifandin, pîroz kir û gotin kêfxweşiya mezin dê bi rizgarkirina Efrînê be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftina li dijî DAIŞ‘ê ragihand. Rejîma Sûriyê, Iraq û Îranê civîneke sê alî ji bo nîqaşkirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî hevalbendên Îranê li herêmê li dar xist. Li aliyekî din jî Tevgera Hemasê operasyênên xwe yên binçavkirina xwepêşandarên Xezayê berfirhe kiriye û li xwepêşandanên Sûdanê jî derbasî meha xwe ya 4‘emîn dibe.(BI WÎNE)

POLÎTÎKA

-Dilawer Zengî destnîşan kir ku li derveyî ENKS’ê gelek partiyan navendên xwe vekirine û got: “Êdî veger ji vî karî tune ye û pêwîst e ev proje bi ser bikeve. Xeta me ya sor ewlekariya neteweyî ya kurdî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Werşeyên girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên sererastkirina Navenda Tenduristiyê ya El-Qehtaniyê kirin. Navend xizmetê dide 50 gundên gundewarê rojavayê bajar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi nêzîkbûna bidawîbûna xebatên sererastkirina pira Reqayê ya kevn, cotkaran kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA