ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya xwedîderketina li hemleyên grevên û rojiya mirinê ya Kongreya Star li navçeya Ehrsê ya Şehbayê bi beşdarbûna Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Efrînê di roja 9‘an de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greve birçîbûnê ya şêniyên herêma Cizîrê li konê çalakiyê ya li parka 19‘ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo di roja 8‘an didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîroka şoreşên Kurdistanê bi têkoşer û şoreşgerên ku navên wan di rûpelên dîrokê de kolandî û di bîrê gelan de zindî mane, dagirtî ye. Jê keça Xabûrê û şehîda Til Temirê Nebîxe Xalid (Arjîn Silava) ye. (BI WÊNE).

- Şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê gotin, hebûba dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ne qanûnî û ne rewa ye. Rûspiyan teqez kirin ku ew dê li hember her êrîşekê li dijî xaka Sûriyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên di malên kavilkirî û kampên li Şehbayê de ne diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi lêkirina dîwaran li derdora Efrînê vîna wan naşkîne û ji rejîma Sûriyê û hemû aliyên têkildar xwestin ku li hemberî vê binpêkirinên Tirkiyê erka xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê piştî bidawîbûna sala perwerdeyê, dewreyeke amadekirina 500 mamosteyan vedike, li gorî komîteyê ev mamoste dê sala bê li 10 dibistanan bêne belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Koma Efrîn a Folklora Gelêrî rolek girîng di parastina urf û adetên Efrînê de lîstiye. Komê beşdarî gelek mihrîcanên herêmî û navdewletî bûye û bû sembola folklora efrînî li Rojhilata Navîn û cîhanî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hikumeta Iraqê carek din saozên xwe ji bo vegera hemwelatiyên xwe yên xwe spratine Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dixwazin vegerin binpê kirin. Wezareta Mafên Mirovan  û Karûbarên Penaberan a Iraqê sozên xwe ji bo vegerandina iraqiyan piştî cejna Remezanê nû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Girê Spî ji ber cûdabûna nirxên madeyên xwarinan li dikanan bi gazinc in û bang li aliyê têkildarî dike ku vê pirsgirêkê çareser bike û xwediyên dikanan hişyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Şehbayê sala perwerdeyê ya 2018-2019`an tevî zehmetiyan bi serkeftinê tecîdar bû. Komîteya Perwerdeya Civaka Demoktaîk der barê fêrkirina xwendekarên Efrînê de gavên mezin avêtine. Komîteyê pergalek perwerdeya bi zimanê dayîkê yek baş ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bendavên stratejîk ên li gundewarê Helebê, bendava Şehbaya ye. Bendav bajêr ji lehiya çemê Qiwêq diparêze, her wiha gola wê ji cotkdaran re sûd e. Lê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ava wê qirêj dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA