ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser celseyek ji bo erêkirina rêziknameya Buroya Parastinê li navenda Desteyêîn Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe saet 10:00`an sibehê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sibeha roja 25`ê Hezîrana 2015`an kolanên bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê bibûn gola xwînê. Li tevahiya kolanan cenaze hebûn. Kolan bibûn şahidê bûyerek xemgîn û şûnek sîl nabe di bîra her kesî de hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim got hişmendiya kesên ku komkujiya Kobanê pêk anîn, hîna li ser cîhanî xeter e û bang li civaka navdewletî kir ku bikevin ferqa vê xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hecînê kêfxweşiya xwe ji ber vegerê anîn ziman û rola QSD`ê di rizgarkirina bajarokê wan de ji DAIŞ`ê silav kir. Şênî tekez dikin ku ji 7 salan ve mîna vê ewlehiyê nedîtine û ji ber xebatên meclis û şaredariyê vegerîn bajarokê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Siyastemedar Ibrahîm El-Selac tekez kir ku li gel Ocalan gelek hîmên çareseriya aloziya Sûriyê hene û got: "Destpêkê ji ber ku baş têghiştiya dosyaya Sûriyê û girêkên wê yên navdewletî. A duyem ew pêkhateya civaka Sûrî nas dike. li gel wî rehendeke fikrî û felsefî heye ji ber wê dikare çareseriyên tevahiya aloziyên herêmê pêşkêş bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Şîrovekarê siyasî yê Filistînê Hanî Hebîb anî ziman ku beşdarbûna dewletên Erebî di Kongnreya Aborî ya girêdayî Filistînê de destekê dide siyasetên ku Îsraîlê pêk tîne an jî dixwaze pêk bîne. Hebîb destnîşan kir ku ev kongrê wê bibe nuqteyek veguhestinê di çarçoveya sererastkirina têkiliyên Îsraîlê û dewletên Erebî de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêveberên beşdarî komxebata Meclisa Jinên Sûriyê bibûn, diyar kirin ku komxebat gelek mijarên girîng girêdayî ola Îslamê nîqaş kirin û dê ev mijar di rûniştinên bê de werin nîqaşkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komek ji jinên gundê Muhtereqa Mezin rojavayê bajarê Minbicê hewl didin zihniyeta mêrdestiyê ku li pêşiya pêşketina wan bûye bend bişkînin. Jin di karê  xwe de di nav zeviyan de hewl didin debara malbatên xwe peyda bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ciwanên Dirbêsiyê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin hikûmeta Başûr bi bêdengiya xwe şirîkê Tirkiyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Şedadê hewl dide projeyên kanalîzasyonê yên ku di sala borî de destpê kirine bi dawî bike û dest bi projeyên sala heyî bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA