ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiya mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmê di roja 7‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Dirbêsiyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî bi rûspiyên navçeyê re dicive. Civîn li navenda Çand û Hunerê li dar dikeve, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Leşkerên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wî binpêkirinên xwe yên ne mirovî li kantona Efrînê didomînin. Li gorî belgeyên rêxistinên hiqûqî di nava 20 rojan de 300 efrînî ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derket holê ku li Hesekê, kesê bi navê Ebdulezîz Hemûd El-Siyah herdû zarokên apê xwe yên bi navên Sara Matar El-Siyah û Mîzer kuştiye û piştre jî ew şewitandiye.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- MSD`ê bi armanca yekîtiya nêrîna opozîsyona Sûriyê ya demokratîk, ji bo lidarxistina kongreyek giştî û nîqaşkirina encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemên, amadekariyên lidarxistina werşeyên kar li Almanya û dewletên Iskandinavyayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên Reqayê tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide berjewendî û xeyalên xwe li Sûriyê pêk bîne û gotin: “Dixwaze bi rêya gefxwarinên dawî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdema Osmanî vejîne. Eger em li kiryarên Osmanî û yên ku niha Tirkiye dikin binerin ti cudahî di navbera kiryarên wan de tune ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan  Herekol di roja 5‘an de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Helbestvan Mahîn Şêxanî bi tîpên Kurdî welat neqişand. Bi rêya tabloyên xwe yên şêwekarî, helbest û çîrokan hezkirina xwe ya ji welêt re diyar dike. ‘Afrodît’ berhema wî ya dawî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cara yekemîn tevahiya hejmarên kovara Hawar a dîrokî ya ku Mîr Celadet Bedirxan sala 1932`an de ava kiriye, di pirtûkekê de di pêşengeha Pirtûk a Sêyemîn- Herekol de hate pêşkêşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Hejmara koçberên Dêrazorê yên li kampa Mebrûka ya kantona Hesekê zêde dibin. Koçber sedema vê yekê dispêrên ne ewlehiya li herêmên wan û zêdebûna hucreyên veşartî yên çeteyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê yekemîn projeya çandiniyê li herêma Şiqêf aktîf kirin. Kesên di çandiniyê de pispor zeviyek 2 donim ku berê gerac bû veguherîn baxçeyek ku sûdê bide herêmê û şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA