ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê didomînin û gefên Tirkiyê li dijî herêmên xwe red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi dirûşma "Welat welatê me ye..ji dagirkeriya Osmanî ya nû re na" meşekê li dar dixe, meş li ber hola civînan dest pê dike, saet 11:00. Bi heman armancên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo jî meşekê li navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Birîndarbûna min li pêş têkoşîna min nabe asteng. Eger hat xwestin, ez amademe çekê hilgirim û vegerim eniyên şer." Fermandarê YPG’ê Goran Kobanî bi van gotinan israr dike ku dê parastina xaka xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ji êla El-Şaîtat kêliyên komkujiya ku DAIŞ’ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê li ser xelkê êlê pêk aniye, vegotin. Di komkujiyê de zêdetirî 2 hezar kes hatin qetilkirin. Şêniyan berxwedana 26 rojan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi bîrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavkaniyekî pê bawer diyar kir ku partiyên di bin sîwana ENKS‘ê de tevdigerin beşdarbûna Konferansa Yekîtiya Kurdî red dikin. Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî heta niha bersiva vexwendnameya beşdarbûnê nedaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas diyar kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan nirxek mezin a sepandina têkiliyên hezkirin û aştiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê karûbarên çanda kurdî Cemîl Ehmed diyar kir ku pêwîst e vejandina çanda kurdî ji girîngtirîn xalên koferansa yekîtiya refa kurdî ya ku dê bi îsiyatîfa KNK’ê li dar bikeve, be. Ehmed got: "Divê tevahî alî jî parastina mîraseya çanda kurdî bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tecrubeyên gelan ên şerê gel ên ji bo parastina ji qirkirinê û bidestxistina mafên rewa, pir in. Serkeftina îradeyê û rêxistina gel li hemberî teknîka dîktatorî û dagirker mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Rêbaza şerê gel û parastina rewa heta roja me ya îro heye. Tecrubeya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xwe dispêre sîstema parastina rewa, sedema sereke ya parastina destkeftiyan ji teror û dagirkeran e. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Mîhrîcana Şehîd Strêvan a ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye lidarxistin li kantona Şehbayê di roja  3‘yemîn de li kantona Şehbayê bi dawî dibe, saet 19:00.

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê der barê kiryarên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê, 8 tîmên fotbolê yên taybet ên jinan ava kirin. Da ku jinên ciwan beşdarî turnuvaya şehîd Avêsta Xabûr bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA