ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşmeya "Ber bi kongreyeke netewî ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ve" panelekê li hola Newroz a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Peyama parêzvaniyê, sepandina qanûn, parastina hiqûq, pêkanîna edaleta civakî ye" Kongreya 4'emîn a Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê li navçeya Amûdê li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê destnîşan kirin ku rapora NY'yê li beramberî sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tînin, kêm e û gotin divê dewleta Tirk beriya çeteyan were cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîd û gêrîlayên HPG`ê li ser tevgera leşkerî ya PDK' li ser sînorê Başûr û Rojava gotin: “Hikumeta Başûr bi kiryarên xwe, xwe dike dijminê birayê xwe û em vê yekê qet qebûl nakin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê dimeşîne û sivîlên herêmên dagirkirî neçar dike ku lîreya Tirkiyê bi kar bînin, da ku hegemoniya xwe li herêmê ferz bike, herêmê dagir bike û demografiya wê biguherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanên herêma Cizîrê destnîşan kirin ku tevger PDK'ê ya li ser sînorê Rojava- Başûrê Kurdistanê ziyanê dide yekitiya gelê Kurd û rê li ber dewleta Tirk vedike da ku planên xwe yên dijberî doza kurdî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji beriya 35 salan ve, Rehma her berbangê hişyar dibe û berê xwe dide gola gund da ku masiyan bigire. Rehma bi girtina masiyan debara xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Lêlûn a Sîname ya Navnetewî li kampên Berxwedan û Serdemê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek rêveberên kantona Şehbayê têkildarî mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî got: "Mîhrîcana Lêlûn ji cîhanê re îsbat dike ku şêniyên Efrînê bi çand û xaka xwe ve girêdayî ne û hezkiriyên azadî, mirovî û aştiyê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derhênerê sînemayê û nivîskar Baroj Akrayî got: "Li gel şerên li herêmê, lidarxistina mîhrîcanan pir girîng e. Ev çalakî wekî mûmekê ye ku welat ronî dike û piştrast dike ku jiyan dewam dike û em dijîn, divê cîhan vê yekê bibîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Qamişloyê Baxçeyê Xwendinê ji 2019`an ve hatiye vekirin, lê ew baxçe ji xwendevanan bê par e. Têkildarî vê mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran da zanîn ku ger asta xwendinê bi qelsbûna xwe û lawazbûna xwe bimîne dê bandorê li civakê jî bike û got: "Divê xwendina pirtûkan ji me re wekî av, ba, nan û xwarinê be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan a li bajarê Qamişlo hewl dide barê lêçûnên tenduristiyê ji ser welatiyan sivik bike. Di wê çarçoveyê de cîhaza "Excimer Lasik" hate aktîvkirin da ku piştre bê xebitandin. Bi vê yekê alîkariya nexweşên çavan tê kirin û lêçûnên emeliyata çavan kêm dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA