ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi diruşmeya "Kongreya niştimanî ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê" kongreyekê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kir ku ev yek nîşaneya lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de ye. Her wiha rûspiyan piştrast kir ku ew bi QSD’ê re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hikumeta Şamê careke din tevahiya derî û rêyên ku digihêjin kantona Şehbayê girtin. Bi ferzkirina dorpêçeke tengav û rêgirtina li pêşiya derbasbûna madeyên bingehîn ji herêmê re, siyasetên xwe yên dijminahî li dijî efrîniyan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şehîd Sînor bû aşiqê xweza û çiyayên Kurdistanê, di wesfa wê de afrînerî bi pêş xist û diyar kir ku cewhera jiyana rastîn li çiyayên Kurdistanê yên bedew e. Bi wê re jî yên aşiqê wê dibin, ne tenê bi teorî, lê belê ji bo wê canê xwe didin û wiha got: "Ji bilî eşqa şoreşger a ji çiya, gel û welatê xwe re, tu eşq tune ye ku xwîn bi azadî di oxira wê de were rijandin"(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso diyar kir ku sewqiyetên leşkerî yên li Şengalê ji êrişên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne dûr in. Hiso piştrast kir ku ev yek di çarçoveya komployekê li dijî kurdan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn û têkiliyên navneteweyî Mihemed Ebadî got dewleta Tirk bi rêya çete û terorîstan agirê şer li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê pê xist, bû alîkariya şerê etnîkî û şerê navxweyî li herêmê belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, Kongreya Star rêze çalakiyan li dar dixe, di vê çarçoveyê de li parka navçeya Ehdasê ya Şehbayê daxuyaniyekê dide, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî meşekê li dar dixe. Her wiha li gundê Jinwar ê li navçeya Dirbêsiyê şahiyek tê lidarxistin, li navçeya Sirîn a başûrê kantona Kobanê daxuyanî tê dayîn. Hemû çalakî saet 12:00 dest pê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star li bajar û navçeyên kantoan Qamişlo, navçeyên Til Temir û Holê yên kantona Hesekê xwepêşandanan bi boneya 25'ê Mijdarê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di cîhanê de herêm û warên jinan hene, gundên jinan, têkilî, hevaltî û dostaniya jinan di van waran de gelekî cuda û xweser in. Gelo jiyana van jinan ne îlham û çavkaniya veguhertina zîhniyeta zilamtî û jintiyê ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji fermadnarên YPJ'ê Stêrk Kobanê got: "Hêzên desthilatdar û dagirker bi kontrolkrina jinan hewl didin civakê kontrol bikin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna hemû qadên jiyanî û dikarin li hemberî xeteriyên hundirîn û derve bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku her çi qasî jin bîrwer dibin û mafên xwe nas dikin, tundiya li ser jinan zêdetir dibe, ji ber vê divê jin li hemberî vê diyardeyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Faris Şemo diyar kir ku civaka Êzidî li pêşberî xeteriya qirkirineke nû rû bi rû ye û bang li êzidî û Meclisa Êzidî ya Ewropayê kir ku li dijî komployên li ser Şengalê rabin û civaka Êzidî biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA