-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Xiristiyanên Dêrik û Qamişlo cejna Neolê li dêran pîroz dikin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Ji destpêka vê mehê ve çeteyên dewleta Tirk li gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî dest bi revandina sivîlan kirine, hîn jî hin gund dorpêçkirî ne û çûn û hatina welatiyan qedexe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li gel dijwarbûna êrişên leşkerî, cejna mîladê pêşwaz dikin û piştrast kir ku kêfxweşiya wan bi mîladê, dema parastina xak û gelê xwe dikin, temam dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên navçeya Şedadê dubare piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da, ku berisva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Berpirsekî Daîreya Têkiliyên Derve got hevdîtina bi hikumeta Belçîkayê re di çarçoveya rêzeserdanên hikumetên Ewropa ji herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê de pêk hatiye. Serdan bi armanca naskirina rewşa herêmê çêdibin, li dar ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).
KURDISTAN
- Koçberên Efrînê piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî yên di girtîgeha Tirkiyê de ku di greva birçîbûnê de ne, nîşan dan û sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û gotin divê ew asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku dengê wan bigihêje cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Serokê meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got tevgerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ew e ku binpêkirina serweriya Iraqê û bi hewldana pêkanîna bloka Îslama Selefî li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Kongreya Star a Girkê Legê têkilarî kiryarên AKP'ê yên li dijî jinan û girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Hevseroka Nivîsgeha PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen got felsefeya rêber Abdullah Ocalan rastiya sîstemên faşîst ji gelê herêmê re eşkere kir û destnîşan kir armanca tecrîdkirinê ew e rê li ber derketina fikirên nû yên rêbertî qut bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CÎHAN
- Di sala 2020'î de gelek bûyerên awarte rû dan, ji wan; karesatên xwezayî, mirovî û nexweşî, bûyerên kuştinê, peyman û bazarên di navbera dewletan de. (BI WÊNE)
DOSYA
- Şêniyên Zirganê ji bûyerên li eniyên bi ser herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine ve û bêdengiya hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ÇAND Û HUNER
-Eleqeya bi xwendina pirtûkan ligel belavbûna peydabûna pirtûkan, vekirina pirtûkxane û pêşangehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Karkerên paqijiyê yên li bajarê Minbicê saetên dirêj kar dikin û kolanên bajêr paqij dikin. Karkeran xemsariya hinek şêniyan di vî warî de rexne kir û diyar kir ku ji ber vê xemsariyê, çop li her du aliyên rêyan belav dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA