ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Şêniyên Dêrik û Girkê Legê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Qereçoxê di salvegera xwe ya duyemîn de berê xwe didin çiyayê Qereçox saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê daxuyaniyekî dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Efrînê ji bo şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê, avakirina dîwarê ji bo qutkirina Efrînê, li gundê Soxinekê yên girêdayî navçeya Şêrawayê çalakiyek protestoyî li dar dixin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berxwedana şêniyên Efrînê dema ji warên xwe bi darê zorê derketin ranewestiye. Asta têkoşînê mezin kirin û navê berxwedana xwe li kampê kirin. Ev zaleke ruxma hemû zor û zehmetiyan berxwedana di kampa Berxwedan de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ismet Şêx Hesen got çawa ku hêzên navneteweyî rojeke cîhanî ji bo Kobanê diyar kir, pêwîst e ji bo avakirina dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî amade bin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-25‘ê Nîsana 2017‘an dewelata Tirk a dagirker bi balafiran Navenda Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya li Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de 20 şervan şehîd bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vê êrîşê rabû ser piyan. Gel êrîş wekî destedayîna Tirkiye bi çeteyên DAIŞ‘ê yên ku şervanan ew li Tebqa û Reqayê asê kiribûn, nirxand.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Ibrahîm El-Qeftan got: Serhildana gelan raperîna li dijî zulmê bû, Ji ber wê ev şoreş bê serûber bûn. Rast e ku pergal hilweşandin, lê gel ew pergal veguherandina pergalên demokratîk an ne? Di rastiyê de me nedît ku ev pêkhat. Lewma jî şoreşan ji nû ve destpê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand a girêdayî Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Hemîsê pêşengeha salane ya duyemîn ya hunerên wênesaziyê bi navê Şehîd  Izdîn El-Berho li dibistana Erwa Bin El-Werd li dar dixe saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kantona Kobanê Konferansa xwe li navenda Ciwanan a bajarê Kobanê li dar dixe saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Kesên ku serdana parêzgeha Mizgeft a li navçeya Tirbespiyê dikin ji ber nebaşiya riya parêzgehê bi gilî û gazinc in. Rêveberiya Parêzgehan a Herêma Cizîrê teqez kir ku wan ji bo sererastkirina riya parêzgehê daxwaza xwe rakirina Desteya Şaredariyan, lê heya niha daxwaza wan bê bersîv maye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran û miqdarên diyar ji hilberîna ceh bi dawî kiriye. Li gorî hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ji bo kirînê 200 milyon lîreyên Sûriyê eyar kirine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA