ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li kantona Şehbayê bi  daxuyaniyekî ji raya giştî re bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya pêkhateyên herêma Cizîrê li parka 19‘ê Tîrmehê di roja 9‘an didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di kongreyeke çapemeniyê li avahiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo de , şandeyek ji Ozbakistanê hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ ji Rêveberiya Xweser digire, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ‘ê hene, temanên wan di navbera 6-12 salî ye. Hîna nayê zanînê bê dê rewşa van zarokan çawa be, li gel vê yekê hikûmetên welatên wan hîna ti biryar girêdayî wergritina hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ‘ê de negirtiye. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê hêvî kir ku ewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe û di demeke nêz de Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rûspiyên Efrînê nerazîbûna xwe ji paşguhkirina rejîma Sûriyê ji helwestên cidî der barê dewleta Tirkiyê de ji parçekirina Sûriyê û dagirkirina xaka wê nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên ku di hefteya derbasbûyî de derketin pêş. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Rêjeya çandina pembo li gundewarên navçeya Eyn Îsa li gorî salên borî bi sedema kêmasiya derfetên cotkaran û rewşa hewa ku çandinî bi paş de xistiye, nêzî ji ji sedî 60 kêm bûye. Her wiha komîteyên taybet soz da ku gavên lêkolînê ya piştgiriya cotkaran bi madeya mazotê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêmên gundewarê Dêrazorê  kedeke mezin di aliyê xizmetguzariyê de pêk anî û hewl dide demê pêş karê xwe zêdetir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA