ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên dawîn li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Efrînê û binpêkirinên wê çalakiyek protestoyî li qada Şehîda Xebat li rojhilatê bajarê Qamişlo li dar dixin saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîroka bajarê Kobanê ji çîrokên berxwedaniyê têr û tijî ye. 6 şervan û du sivîlên ku jiyana bi hezaran şêniyan dikomkujiya Kobanê de xilas kirine yek ji wan çîrokan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hîna dîmenên bi êş ên komkujiya Kobanê û gundê Berx Betanê di bîra wê de ye. Dîmenê hov ên qetilkirina sivîllan û zarokan Jiyan Berkel  bi bîr tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelek şêniyên Efrînê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê malên wan kirine navendên leşkerî û tekez kirin ku dagirkeriya Tirkiyê mal û milkên talan kirine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên Kobanê gotin divê cîhan û gelê Kurd bi taybet çalakiyan ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê  organize bikin û li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di rewşê şer de êdî dengê guleyan ji bo şêniyan normal bûye, ji ber we rêjeya birîndarbûnê bi guleyên bêserûber di nav şênî û zarokan de zêde bûye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Gel a bajarokê El-Besîra pêşkêşkirina xebatên bingehîn ji şêniyên bajarokê û gundên girêdayî wê re didomîne. Di demek kin de meclisê gavên erênî ber bi jinûveavakirina bajarokê ve avêtin, ava vexwarinê û avdanê ji bajarokê û gundên girêdayî wê re peyad kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi destpêkirina demsala havînê re, Şaredariya Gel a navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî dest bi xebatên projeyên xizmetguzeriyê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA