ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya Konvedanê ya mertalên zindî li ser sînorên herdu kantonên Kobanê û Girê Spî di roja 7 û 8`an didomin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mecilsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê celseyek qanûnî bi armanca erêkirina rêziknameya Cemarêk li navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo 72 şehîdên ku di meha Tîrmehê de di dem û cihên cuda de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne bi bîr dixe saet 18:00`an.(BI WÊNE Û WÎMEN)

-Hê jî deta û çîrokên komkujiyên Osmaniyan li ser Ermen û Suryan kirine, di bîrê neviyên wan de zindî ne. Di nav de çîroka bavê Ferîda Somî ya Suryan, çîroka dayîka hevserê wê Meryem Basûs a Eremen û şîroka Umer Osman ê Kurd û çawa dema Meryem rizgar dike ji hêla Osmaniyan ve tê qetilkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Pere û çek ji Israîlê re û slogan ji Filistînê re, çawa Tirkiyê doza Filistînê bi kar tîne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd tekez kir ku gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina kantona Şehbayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hewldaneke da ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn paşguh bike. Reşîd destnîşan kir ku çareseriya siyasî li Idlibê girîng e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Herêma Firatê Azad Tirkiyê bi gefên xwe hewldanên Rêveberiya Xweser ên dîplomasî di qadên navdewletî de dike hedef, bi taybet piştî serkeftina rêveberiya leşkerî di tunekirina DAIŞ`ê de amûra Tirkiyê di Sûriyê de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku ew qebûl nakin ku dagirkeriya Tirk-Osmanî carek din vegere herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî dagirkeriya Tirk di bin dirûşmeya `Bibin yek, bi serkevin û ji bo parastina xwe em ê li berxwe bidin ` bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bi xelatkirina hejmarek ji beşdaran bi dawî dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar û lêkolîner Salih Heydo dibîne ku civak bi pêşketina tekenolojiyê re ji xwendina pirtûkan bi dûr ketiye. Her wiha girîngiya orgenîzekirina mîna van pêşengehan û avakirina pirtûkxaneyan ji bo teşwîqkirina civakê li ser xwendinê tekez kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Tenduristiyê ya Kampa Mabrûka rolek girîng di nav kampê de dilîze. Navend xebatên tenduristiyê bê pere ji koçberên nexweş re pêşkêş dike û rojane derdora 100 nexweşan pêşwazî dike.

-Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a bajarê Hesekê bi rêjeya ji sedî 75 ji projeya ziftkirina rêyên bajêr bi dawî kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA