ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê didomînin û gefên Tirkiyê li dijî herêmên xwe red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclia Sivîl a Dêrazorê stasyona avê li bajarokê Siwer ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê vedike, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civîna salane ya fermanderên komên ku di bin banê QSD’ê de tevger dikin,  bi armancên avakirin, danîn plansaziyên guncew ji demên bê re di xeta pêkanîna serkeftina dawîn de li dijî DAIŞ`ê, xurtkirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina QSD’ê da ku bibe mirogerê Sûriyeyek demokratîk, azad û pirrengî li dar ket. Gelo QSD çawa pêşket û gihaşt vê astê? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ocalan di nameya xwe ya dawî de silav ji êlên Ereb re şandibû. Şêxên eşîrên Ereb gotin: “Em bi firkê Ocalan ve girêdayî ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Hisên Silêman Bi karê xwe yê parastina cihên pîroz an ku cihên şehadeta parêzvanên taxê  serfiraz e. Tevî temenê xwe yên mezin lê bêwestan kar dike. Apê Hisên dibêje ev cih bûbû şahidê hevgirtina hêzên leşkerî bi şêniyan ji bo parastina taxa û veguherî sembola berxwedanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji serhildana Qamişlo ve komkujî li ser gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ji aliyê rejîma Baasê ve têne kirin. Ji bo rêgirtina li pêşiya komkujî û qirkirinan û bi armanca parastina mafên gel ji pergalên neteweperest ên faşîst li Sûriyê û dewletên derdorê pêwîstiya parastina cewherî derket holê. Kurdan bi pêkhateyên herêmê re roleke rêxistinî ya xurt di warê parastina gel de lîst û di şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de serkeftinên mezin pêk anîn. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Rojnameger Azîz Koyluoglu diyar kir ku eger dewleta Tirk ji Morek ê derkeve dê vekişandina wê ya li Sûriyê dest pê bike. Koyluoglu got: "Niha Rûsya li Idlibê tesfiyekirina Tirkiyê dixwaze  û li zemîna lihevkirina bi Kurdan re digere.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star di çarçoveya pêngava xwe ya li dagirkeriya dewleta Tirk de û bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li bajarokê Cirin ê Girê Spî, Qamişlo, Kobanê û Şehbayê daxuyaniyan didin. Jinên Dêrazorê jî li dijî gefên dagirkeriya Tirk konê çalakiyan vedide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî di hefteyan borî de mijarên wekê pêşketinên stratejîk ên rejîma Sûriyê ku çarenûsa nuqeyên çavdêriyê yên Tirkiyê dixe cihê fikaran, êrîşên li ser bargehên Heşid El-Şabî û aloziya hundirîn a partiya Erdogan, kirin rojeva xwe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên bajarê Reqa kêfxweşiya xwe ya ji ber serkeftina mewisma çandiniyê ya havênê anîn ziman. Lê rûberên ku îsal bi pembo hatine çandin li gorî sala borî kêm bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA