ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Malbendiya Heleb a Rewşenbîrî bi wesîleya Cejna Remezanê şaniyekê ji bo zarokên sêwî li mala Sêwiyan li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Şaristaniya li Sûriyê bi mîrasekî çandî û kevnar ê balkêş dagirtî ye. Yek ji nîşanên vê şartistaniyê jî ku ji berê ve û heta niha cihên niştecihbûna mirovan in, malên axî ne. Qubeyên axî ku li herêmên cuda yên Sûriyê tên dîtin, xweşikbûna xwe parastî ye û dîroka xwe ji her kesê dibînê re vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Serêkaniyê hêvî dikin ku herêma wan ji dagirekeran were rizgarkirin û cejna bê di malên xwe de pîroz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd a kampa Waşûkanî bang li rêxistinên mirovî yên tenduristiyê kir ku beşê labratwarê li kampê veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA