​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ev demeke kûçikên qudus şêniyên herêma Kobanê gez dikin. Vê carê jî kûçikekî qudus li gundekî rojavayê bajarê Kobanê êrişî pîremêrekî kir. Şênî dibêjin ku dewleta Tirk a dagirker kûçikên qudus berdide xaka Sûriyê.

ROJHILATA NAVÎN

- Di encama şerê li ser sînorê bakur ê di navbera her du welatan de, krîza kevin a danavbera Ermenîstan û Azerbaycanê de nû dibe. Heman demê de dewleta Tirk vê carê jî difna xwe xiste nava krîzê. Tê destnîşankirin ku Enqere cebheyeke din li nakokiyên xwe yên bi derve re zêde bike. Her wiha çavdêr bertekên Moskovayê yên ji bo piştgiriya Ermenîstanê dişopînin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Moskowayê topbarana Îsraîlê ya li ser hindek baregehên nêzî Şamê paşguh kir. DYA û Ewropayê zextên li ser Tirkiyê zêde kirine, li aliyekî din aloziya bendava Nehdayê bê çareserî didome. (BI WÊNE).

JIN

- Çalakvana jinan û civakî ya li DYA’yê Dûa Xazî  got: " Pêngavên ku banag wekheviya di navbera her du zayendan de dike li dijî siyaseta Tirkiyê ye. Pêdiviya destûra Tirkiyê ya parastina jinan bi aktîfkirineke rasteqîn heye, nabe dozên girêdayî tundiya li ser jinan û girtina çalakvanan werin paşguhkirin. Sûcên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dibin mîna qirkirina Osmanî ya li dijî Ermenan in." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava Firatê qut dikin, rêjeya danê avê kêm bûye û saetên dayîna kehrebeyê kêmbûne. Ev yek dibe sedem ku şêniyên  navçeya Til Temirê di demsala Havînê de zehmetiyan bikişînin û herî zêde zarok ji vê yekê bandor dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên bajarokê El-Heşîma ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê gotin: “Çandina her donimek pembo, îsal gihiştiye du qatê par.” Cotkaran bang li aliyên pêwendîdar kirin ku destwerdanê bikin û buhayeke baş diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din