ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê meşekê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê li dar dixe, saet 16:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Nivîsgeha Ewqadan û Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk a navçeya Şedadê got ku raporên NY`yê têra rawestandina sûcên artêşa Tirk nake, ji ber vê divê gavên cidî biavêje û Tirkiyê ji Sûriyê derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl diyar kir PYNK'yê amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS'ê re parve bike û piştrast kir ku têkiliyên wan bi tevahiya aliyên ku mudexeleya Sûriyê dikin re hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêx Misqal Recep diyar kir ku bi tifaqa kurd- erebî û pêkhateyên din çeteyên DAIŞ'ê têk çûn û got ev tifaq xaka welat ji dagirkeriyê parast û wê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Giştî yê Partiya PKNK'ê Mihemed Ebas da zanîn ku tevgera PDK'ê li ser sînorê Başûr- Rojavayê Kurdistanê gefan li hewldanên yekitiya kurdî dixwe û bang li li Barzanî kir ku tevkariya xwe ya bi Erdogan re terk bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên herêma Dêrikê gotin, "Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê heman demê êriş li ser parçeyên din e, li dijî Başûr êriş têne kirin, divê aliyên din piştgiriya wê bikin ji ber ku Kurdistan yek parçe ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navneteweyî li kampa Serdem û Berxwedan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Werzîşvanên herêma Cizîrê diyar kir ku ciwan hêz û vîna gelan e. Lewre divê ciwan û jinên ciwan ên herêmê tev li pêngava “Na ji dagirkeriyê re dem dema parastina nirxên şoreşê ye” bibin da ku xewn û hêviyên şehîdan û armancên şoreşa azadiyê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA