ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî girtina hevseroka KCD û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa û gundewrên wê berdewm dikin. Li hemberî êrişan QSD û gelê herêmê berxwedana xwe xurt dikin. 3 şervanên li eniya Eyn Îsayê yên Kurd, Ereb û Tirkmen jî got dê berxwedana wan heta dawiyê bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi dagirkirina dewleta Tirk a kantona Girê Spî re zirarên di tevahî aliyên mirovî de çêbûn, bi taybetî jî di warê xizmetguzariyê de. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê sûcên dermirovî û derexlaqî li dijî şêniyên kantonê pêk anîn. Ew tevahî sûcên dermirovî li pêş çavên civaka navdewletî pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê biryar da ku pirsên ezmûnên dawîn ên refên 9 û refa 12’an (bekelorya) li ser asta herêma Cizîrê wekî hev bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-2 çeteyên DAIŞ`ê yên hatine girtin diyar kirin ku ji wan hat xwestin ku li bajarên Reqa û Tebqayê teqînan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Ji destpêka sala 2020`an ve di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de şer çêbûn, di heman demê de Rûsyayê bi rêya bazaran siyasetên xwe yên li ser hesabê gelê Sûriyê dewam kirin. Li aliyekî din jî aloziya aborî ya li Sûriyê bi ferzkirina cezayên "Qanûna Qeyser" gurtir bû.

POLÎTÎKA

- Ekrem Hiso got: “Ji ber ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftanînê bi bin ketin û hewldana wê ji bo guhertina demografiya herêmê têk çûn, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Partiya Islamî ya Tirkistanê veguhestin herêmên Heftanînê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serok û sekreterên partiyên siyasî bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li ser êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û piştrast kir ku her du dewlet dikarin sûcên dewleta Tirk rawestînin, lê belê berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ser hebûna gelê Kurd re digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Hesekê der bare girtina Leyla Guven daxuyaniyê dide, saet 09:00'an.

-Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuveya taykwando ya jinan li Hola Senabil a Hesekê organize dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku armanca cezayê girtina hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê, şikandina vîna jina azad a têkoşer e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên gerîlayên şehîd nerazîbûn nîşanî êrişên hêzên PDK`ê yên li dijî gêrîlayan dan û pirsîn: “Hûn ji komkujiya Helebçeyê fêr nebûn? Gelo we komkujiya Şengalê ji bîr kir?” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên dawî yên PDK'ê dighêje bajarê Qamişloyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA