ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-2-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Merasîma bîranînê ya şehîdên meha Sibatê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê li dar dikeve, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê nerazîbûn nîşanî pêşniyara vekirina dergehê Girê Spî yê dagirkirî ji bo derbasbûna alîkariyan dan û gotin: "Ev pêşniyar piştrast dike ku civaka navdewletî ji binpêkirin û kiryarên  Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî razî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê diyar kir ku civîna ENKS‘ê ya bi desthilatdariya Tirk re bandoreke neyinî li yekitiya Kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Çalakvan û rojnamevanê Êzidî Tehsîn Şêx Kalo got: Avakirina kampekê ji bo çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî Şengalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve projeyek siyasî plankirî ye ku astengkirina ewlehiya herêmê dike armanc û xeteriyekê li ser êzidiyan çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî  Tundiya li ser Jinan têkildarî bûyerên xwekuştinê yên jinan ên dubarekirî, li avahiya rêxistinê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek dide raya giştî, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Kobanê girêdayî sûcê qetilkirina Huda El-Elî û kurê wê daxuyaniyek dide, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star lidarxistina rêzecivînên xwe girêdayî 8`ê Adarê li bajarê Kobanê û gundên wê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jin li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pîroz kir û îşaret pê kirin ku ew ê 8`ê Adarê bi pêşengiya dayîka Aqîde û Hevrîn Xelef vejînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Weqfa Jinên Rewşenbîr a herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina 5`emîn Mihrîcana Wêje û Huner a jin bi tevlibûna jinên rewşenbîr li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Tê payîn mihrîcan di 1`ê Adarê de lidar keve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Endamên rêveber ên Saziya Çandinî û Sewalkariyê ya Dêrikê got ku ji ber qeşeya li herêmê çêbûye, hilberînên çandiniyê zirar nedîtine. Her wiha destnîşan kirin ku semad peyda dibe û hezar û 200 ton li cotkaran belav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gel berdewamkirina dorpêşê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmbûna bihaya lîreya Sûriyê û buhabûna bihayan re girîngiya pêşxistina warê pîşeyên herêmî zêde dibe ji bo ku beşek ji rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne û derfetên kar ji şêniyan re peyda bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA