ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şervanê YPG’ê Hesen Îbrahîm bi nasnav Mamoste bi zîrekbûn û çalakbûna xwe dihat naskirin. Ji aliyê derdora xwe ve pir dihat hezkirin. Hesen beriya ku şehîd bibe wesyet li hevalên xwe dike ku çeka wî li eredî nehêlin. (BI WÊNE).

- Şêniyên El-Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê plana Tirkiyê ji bo avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin: “Dewleta Osmanî 400 sal herêm dagir kir. Ji ber wê ew nahêlin ku dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle, herêmên wan ên ewle dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Her du zarokên astengdar Mune û Mihemed piştî ku dê û bavê wan çûne Lubnanê û li gel dapîra xwe mane, şert û mercên dijwar dijîn. Paşguhkirina rêxistina rewşa her du zarokan, azarên wan zêde kirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ehmed Silêman destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîn herêmên xwe biparêzin û got: "Divê herêmeke ewle li kantona Efrînê were avakirin da ku şêniyên wê ji zêdegaviyên dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê bên parastin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Telal Mihemed berpirsyartiya parçkirin û dabeşkirina Sûriyê girt ser rejîmê û got: "Sedema sereke ya parçekirina Sûriyê bêdengiya rejîmê ye. Ne beşdarbûna rejîmê ji diyalogên Sûrî re rê ji dewletên herêmî, biyanî û rêxistinên terorîst vekir ku dest li herêmê wer bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kargeha dirûtinê ya Êlen a taxa Şêxeqsûd derfetên kar ji jinan re peyda dike û bûye çavkaniya debara gelek malbatan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Girê Spî mîhrîcana folklorê û kevneşopî li navçeya Zeyîd li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" civîneke berfireh li kampa Serdemê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber lehiya ku li kantona Qamişlo rabû ziyan gihiştin zêdetirî 700 malan û 70 piran. Herî zêde xelkên navçeyên Çilaxa, Tibespiyê, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak û bajarê Dêrikê û gundewarên wê ziyan dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA