ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Meclisa Gel a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, bi rêya  belavkirina komên çeteyan, meclisên herêmî yên girêdayî xwe û erkên wan ên stratejiya Tirkiyê, kiryarên terorîstane dike. Tirkiye siyaseta parvekirinê ji bo talankirin, guhertina demografîk û tengavkirina şêniyan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Hîşam Ehmed tekez kir ku çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Armanca serdanên ku car car bi Ocalan re tên kirin jî sivikkirina fişara gelêrî ya li ser dewleta Tirk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên saziyên sivîl ên kantona Girê Spî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kayûma ku dewleta Tirk daniye ser şaredariyê Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Endamam got: “Tirkiye li herderî li dijî demokrasiyê şer dike. Em bi projeya demokratîk a ku Tirkiyê dijminatiya wê dike ve, girêdayî ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Êzidî ya Efrînê li Şehbayê, bi armanca ji nûve birêxistinkirina xwe bênavber dixebite. Endamên yekîtiyê tekez kirin ku dagirkirina Efrînê û wêrankirina cihên pîroz ên Êzidiyan hewldana berdewamkirina fermana 73’êyan e, lê dewleta Tirk nikare vîna wan bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta dagirker a Tirk bi zanabûn asta ava çem û geliyan zêde kir. Ji ber wê 4 hezar hiktar zevîyên kantona Girê Spî di bin avê de man. Şênî vê bûyerê wek şerekî nû binav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bertek û çalakiyên gelên herêmê yên li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Her wiha li hember wan gefan şêniyan gelek çalakiyên wek vegirtina konan û çalakiyên mertalên zindî li ser sînor li Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyên û di vê dawiyê de jî li Reqa û Dêrazorê, hatin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- MSD‘ê amadekariya lidarxistina gereke nû ya werşeyên xebatê li derve dike. Dê werşeya xebatê di 7 û 8’ê Îlonê de li paytexta Almanyayê Berlînê li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Desteya Jinan li kantona Kobanê piştî xebata salekî projeya avakirina dayîhgeh û baxçeyê zarokan bi dawî kir. Niha jî qeydkirina zarokan destpê kiriye. Dê baxçe di meha Îlonê de bê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê bi daxuyaniyekê gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdegaviyên li Bakurê Kurdistanê şeremzar dikin. Daxuyanî li ber avahiya Şehîd Xemgîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tê dayîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Pêwîst e her kes li hember dagirkeriya Tirkiyê hişyar be.

CIVAK Û JIYAN

- Ev 3 salin ku bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Şêniyan dest bi ji nûve sazkirina komîn û meclisan kirine, da ku karibin rola xwe bi awayekî baştir  bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA