ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Selah Mihemed Qasim (Êriş Efrîn) û Dilgeş Rîhawî ( Dilşêr Efrîn) li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr tînin, bîranîn li hola Nadîn Siyahî yê bakurê navçeyê tê lidarxistin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê salvegera 5‘emîn a rizgarkriina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê û salvegera 6‘an a ragihandina Rêveberiya Xweser li qada Şehîd Egîd pîroz dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê hewl dide ber bi Meret El-Nûman ve pêşkeve. Rejîm di çend saetên derbasbûyî de nêzî bajarê stratejîk bû. Gelo girîngiya Meret El-Nûman çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi bilidbûna bihayê kelûpelan re, azara dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser Şehbayê ferz kiriye zêdetir dibe. Şêniyên ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçî Şehbayê bûne, tevî hemû zehmetiyan ji bo vegera warê xwe li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Hevserokê Meclisa Rêveber ê herêma Firatê Mihemd Şahîn got: “Li Rojhilata Navîn rejîma navendî nakokiyên heyî çareser nake. Lewma pêwîstî bi sîstema Rêveberiya Xweser heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed pesna însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurdan da. Îlham bersîvandina beşek ji Encumena Niştîmanî ya Kurdî ji însiyatîfê re bi erênî nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rejîma Sûriyê hêzên xwe ber bi herêma "kêmkirina şer" ve xurt dike û amadekiriyên şer dike. Tirkiye carek din gefên êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û agahî dide çeteyên li Idlibê ku xwe bispêrin xwe. Di helwesta Amerîkayê de ne zelalbûn heye. Ev hemû piştî bûyerên girîng rû dan. Ya herî sereke hevdîtina Erdogan û Putin e. Gelo hevpeymanên nû hene? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Mîtan a 4‘amîn di roja xwe ya duyemîn de li hola Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê didome, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a bajarê Kobanê beriya çend rojan dest bi projeya dirêjkirina xetên kanalîzasyonê li taxa Kobanê ya nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeya Tomarkirina Sivîl (Nifûs) a Reqayê karê xwe didomîne û nasnameya dide şêniyan. Gerînendeyê ji destpêka avabûnê ve derdora 50 hezar nasname daye. Piraniya wan koçberên derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê, piştgiriya cotkarên ku hilberînên wan di mewsima borî de şewitîne, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Azara koçberê bi navê Subhî Elî Şeleş zêde dibe. Ji ber ku pitika wî hewcedarê emeliyeta dil e û buhayê çêkirina emeliyetê pê re tuneye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA