​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike, şêniyan qetil bike û bi vî şeklî herêmê dike hedef. Ji bo vê jî şêniyan bi pere bi aliyê xwe ve dikişînin û wan li şantajê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4 sal di ser teqîna li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê re derbas bû. Lê bîranînên bi êş ên wê rojê di hişê şêniyên bajêr de zindî ne. Hinek ji wan malbata xwe bi temamî di teqînê de winda kirin, hinek  birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ajokarên ku rêya M4 bi kar tînin, metirsiyên xwe yên ji êrişên ji nuqteyên nêzî rê yên dewleta Tirk a dagirker, anîn ziman. Ajokaran bang li civaka navnetewî û Rûsyayê kirin ku  van êrişan rawestînin û rê ewle bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çeteyên Cebhet El-Nusra û komên alîgirên wê di rojên 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an de li bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eran êriş û komkujî pêk anîn. Di encamê de nêzî 50 sivîl bûn qurbanî. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Erdogan di encama mikurhatinên xwe yên yekser û ne yekser di navbera hiş û zimanê xwe de winda bûye. Ayasofya veguherand mizgeftê, kesên ji komkujiyên Sêfo xilas bûne, bi `Bermahiyên Sêf’ bi nav kir. Di vir de pirsa xwe de dide pêş ew e ku heger AKP bi pêkanîna tu komkujiyekan li xwe mikur nayê, gelo jêdera gotina `Bermahiyên Sêf` çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çavdêr dibînin ku serdana serokerkanê DYA’yê ji Îsraîlê re, girêdayî pêşdeçûnên dawîn ên li herêmê çêdibin e. Bi taybet girêdayî hebûna Îran û Hizbullah li Sûriyê. Bi wê re jî dibe ku nîşaneyên bûyerên pêşerojê bên avakirin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku divê her kes tedbîrên şexsî kesayetî bigire û parastina xwe, zarok û malbata xwe bike. Ji aliyekî din ve jî şêniyên Qamişlo banga parastinê li her kesî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi rasthatina Cejna Qurbanê, ji ber buhabûna goşt û keybaziya bazirganan, şênî nikarin goştê qurbanê bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kantona Şehbayê di bin dorpêça hikumeta Sûriyê û êrişên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê de ye. Berpirsên projeya Taana ya çandiniyê hewl didin cureyên sebzeyan ên cuda ji sûka herêmî re hilberînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA