ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatekî binavê "Binpêkirinên Tirkiyê û berxwedana jinan a li hemberî wê" li bajarê Minbicê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Oldarên ji bajarê Helebê got, projeya Rêveberiya Xweser rewşa zordestiyê veguherîne azadiyê û destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina planên dijminan, hevgirtin pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serdana xwe ya li kantona Şehbayê de îşaret bi pirrengiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got, "Ev yek nîşane ye ku tevahî pêkhate bi çanda xwe ve girêdayî ne û hêzên dagirker red dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku Mela Mistefa dawî li tevgera çekdarî anî; tevî zarok, malbat û fermanderên xwe penaberî Îranê bû. Li herêma Kerec a nêzîkî Tehranê li sed malên ku Şah ji wan re veqetandibûn, bi cih bûn.  Ji wê demê û pê ve, Barzanî bû amûrek di destê saziya sîxurî SAVAK a Îranê de û Îranê ew ji bo nakokiyên xwe yên bi Iraqê re bi kar anî. Her wiha Îranê bi destê Barzanî gurzek li dijberên xwe yên hêz û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê dabû. Yanî Îranê bi kevirekî du kew kuştin.

HEVPEYVÎN

- Xerîb Hiso got:" Lihevkirina di navbera Bexda û malbata Barzanî de ne tenê Êzidî, di heman demê de dê tevhî Kurd jî berdêla wê bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Siyasetmedarên jin bang li aliyên peywendîdar kir ku têkildarî belgekirina sûcên şer ên  artêşa Tirk a dagirker li dijî gel û jinan pêk anîne, komîteyek ava bibe û serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hê jî hebûna Tirkiyê li kampên Filistînê yên li Lubnanê ne li gorî asta rewşa gel e. Lê belê diyar dibe ku hewldanên wan ên bibandor bi rêya xîtabên li mizgeftan hene. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî lez reqema kesên bi vîrusa Koronayê dikevin, zêde bû. Aliyên peywendîdar eşkere dikin ku ev yek bi sedema kêmbûna pileyên germahiyê ye û bi wê re jî vîrus demeke dirêj li hewa dimîne. Li aliyekî din jî nepêkanîna tedbîrên parastinê ye. Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku dê di çend rojên pêş de gelek tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA