ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hikumeta Şamê têkildarî bîlançoya pêketî û miriyên vîrusa koronayê rojane daxuyaniyan dide. Lê ev bîlanço ji hev cûda ne û carinan nêzî hev in. Lê rewşa heyî îsbat dike ku hejmarên ku hikumetê dide ne rast in û ji hejmara rast bi gelekî kêmtir e. (BI WÊNE).

- Nivîsgeha Tenduristiyê (beşa laboratorê) ya Şaredarıya Gel a Reqayê keşfên laboratorê dewam dike, da ku parastina tenduristiya giştî ya şêniyan bike, di heman demê de jî Nivîsgeha Jînegeh a Meclisa Sivîl a Reqayê xebata vekirina laboratorê bi armanca sînordarkirina wê ji qirêjiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD’ê û kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine gotin, hêzên hegemonîk dixwazin rewşa li Rojhilata Navîn aloz bihêlin ji ber wê tecrîda li rêber Abdullah Ocalan girantir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, ji bo piştgtiriya zarokên şehîdan hewl dide di meha bê de du akademiyên perwerdeyê bi navê Şehîd Emgîhan li Kobanê veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- PKK di salvegera xwe ya 43`yan de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bû hêviyek ku xewnên xwe bi cih bînin, çarenûsa xwe diyar bikin û li ser xaka xwe ya dîrokî bijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar Xelîl Cemal diyar kir ku PKK ku dikeve 43 saliya xwe, bi êrişên navneteweyî re rû bi rû dibe, li gel vê da zanîn ku PKK ne tenê ji bo Kurdan lê di heman demê ji bo Rojhilata Navîn û gelên cîhanê rola demokratîkbûnê û pêşengiya azadbûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di 12’yê Mijdara îsal de, parlamentoya Iraqê li ser qanûna qerzan erê kir, di wê qanûnê de Bexda ferz kir ku divê rojane 480 hezar bermîl petrol radestî hikumeta federal bibin, wê jî hêrsek li gel hikumeta herêma Kurdistanê çêkir, bi taybet her du partiyên desthilat; PDK’ê û YNK’ê.

POLÎTÎKA

- Midûrê Navenda Selman-Zayd a Lêkolînan Hîşam El-Beqlî got, Erdogan di birêvebirina welat de ji aliyê hundirîn ve bi bin ket. Li gorî pêşbîniyên El-Beqlî îhtîmal heye ku pergala Tirkiyê di 5 salên bê de hilweşe. (BI WÊNE).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Bekir Elo got: “Rûsya ji bo bidawîkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, soz dabû, lê wê sozên xwe neanîn cih.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sabit Cewher da zanîn ku kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê dê bibe piştevaniya xurtirina Rêveberiya Xweser û berê wê ber bi itîrafkirina li Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê amerîkî, Michael Rubin, got ku Trump hewl da ku bi rêya nexşeya vekişînê ya "Ne stratejîk" bi hestên amerîkiyan bilîze û destnîşan kir ku  Jeffrey bi daxuyanîyên xwe hewl da ku ji Trump bixwaze ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne da ku xizmeta Tirkîyê bike. (BI WÊNE).

ANHA