-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîla HPG'ê şehîd Armanc Welat merasîmekê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kirin ku baweriya wan bi QSD`ê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Komîteya Têkiliyên Doplomatîk a Kongreya Star a Herêma Efrînê, li ser pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn komxebatekê li hola Axîn Welat a kantona Şehbayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Rojnamegerên jin ên Başûr, Bakur û Rojava nerazîbûn nîşanî girtin û zordestiya dijî rojnamageran da û got:“Dewleta Tirk bi zilm û zora xwe nikare dengê heqîqet û rastiyê veşêre.” (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Jinên Kurd diyar kirin ku yek ji armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku fikira netewa demokrat û rêxistinên jinan li Rojavayê Kurdistanê, tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
HEVPEYVÎN
- Parlamanter Feleknas Uca got: "Cezayê binçavkirin û girtina Leyla Guven polîtîk e û yek ji plana dewleta Tirk a hedefkirina kurdan da ku wan ji siyaset û parlamentoyê dûr bixîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIWAN
-Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Ebû Qelqel a Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê meşekê li dar dixe, saet 12:00.
DOSYA
- Di sala 2020`an de jî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîn, li hemberî vê yekê li hundir û derveyî welat gavên dîplomatîk hatin avêtin û ji bo herêmê gelek xebatên xizmetguzarî pêk hatin. (BI WÊNE).
CÎHAN
- Li gorî raporan, belavbûna hêzên Rûsya li Bokemalê ne ji ber nakokiyan e, lê belê encamên lihevkirin û rikberiyekê ne. Li aliyekî din arîşeya di navbera Washington û Tehranê de li Iraqê zêde dibin. Her wiha Cezaîr veguherî qada dijberiya di navbera Fransa û Tirkiyê de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li ser Eyn Îsayê de sivîl û zarokan jî dike armanc. Di encama erişan de bi dehan zarokên ji Eyn Îsa û gundewarên wê hatin qetilkirin û gelek zarok jî birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA