ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şêxên êlên Reqayê pêngava ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê derxistina koçberan ji kampa Holê ji jin û zaroknan daye, erênî û berhemdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Şûnwaran a Herêma Efrînê rêzebinpêkirinên dagirkeran li cih û warên kevnar di hundirê Efrînê de belge kirin û hewl dide wan dosyayan ji rêxistina UNESCO re bi rê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermendarekî QSD`ê got operasyonên wan ên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê berdewam in. Her wiha teqez kir ku QSD`ê parêzvanê tevahiya gelê Sûriyê ye ku teror şikand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokên DAIŞ`ê yên li kampa Holê bang li hikumeta dewletên xwe dikin da ku wan vegerînin. Zarokeke  dibêje: "Ez û xwişk û birayên xwe bûn qurbaniyên fikrê şaş ê bavê.  Hêviya min ez vegerim welatê xwe û xwendina xwe temam bikim." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk gelek rêbazan bi kar tîne da ku demografiya Efrînê biguhêre. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 350 hezar ji şêniyên resen da ku koçberkirin û şêniyên parêzgeha Idlibê li şûna wan bi cih dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Qonax û detayên bandora cezayên DYA`yê yên li ser Îranê(BI WÊNE).

CIWAN

- Di demên dawîn de diyardeya bikaranîna dermanên hişbirê di nav ciwanan de belav bûye. Pispor dibînin ku ji bo derbaskirine xeteriya vê diyardeyê  pêwîste semîner bên dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Encêla Reşo got navendên saziyê li Şehba û navçeyên Şêrawayê bi hemû hêza xwe ji bo peydakirina dermanan ji şêniyan re dixebitin. Encêla bang li saziyên mirovî kir ku di zûtirîn demê de alîkariyan pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li peytexta Sûriyê Şamê di demên dawîn de diyardeyek xeter di nav zarokan de belav bûye beyî ku Rejîma Sûriyê girtekan bigire. Çalakvanek ji Şamê ji ajansa me re tiştên bi çavên xwe dîtine vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA