ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdê QSD û şehîda YPJ`ê oxir dikin. Her wiha Meclisa Malbatên şehîdan nasnameya şervanên din ên HPG`ê li Goristana Şehîd Dîcle eşkere dike. saet 17:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şehîdên meha Hezîranê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin. saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Rêveberiyên herêmî û şaredariyan bi Komîteya Herêmî re li Eyn Îsayê dicive da ku pirsgirêkên planên rêxistinî yên bajar, bajarok û astengiyên ku rastî wan tên nîqaş bikin. saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwirmendê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Hekem Xilo got: “Tirkiye nahêle Rêveberiya Xweser beşdarî prosesa siyasî ya çareseriya aloziya Sûriyê bibe. Ev helwesta Tirkiyê tenê ji ber tirsa ku geşedanên herêmê bandor li hundirê wê bike, ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêxê êla El-Turkman Ehmed Mihemed Xelef El-Ibarhîm got ew herêma “ewle” ku Tirkiyê pêşkêş dike red dikin û qebûl nakin tu aliyek derve derbasî herêmê bibe. El-Ibrahîm tekez kir ku herêmên wan bi saya kedên ciwanên wê ewle ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Ebdulcelîl El-Seîd diyar kir ku pêwîstiya hemû gelên Sûriyê bi rûniştinek ku nêrînên hevpar derxîne, heye. El- Seîd got Siûdiyê dikare rolek erênî di aloziya Sûriyê de bilîz e.

JIN

- Endama rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Fatime Silêman destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de behsa rola jinê dike û dibêje “Qetilkirina jinan û di temenê biçûk de zewicandin sedemê deh şoreşan e”. Fadime got divê jin hemû li gorî nameya Ocalan tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Konferansa 6`an a tevgera Çand û Hunera Demokratîk a ku li Navenda Aram Tîgran a çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî kantona Qamişlo li darketiye di roja xwe ya duyemîn û dawîn de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Dêrikê, xwediyên dikanan û ajokaran ji diyardeya belavbûna sewalan di nav sûk û kolanên bajê de ku tirafîkê asteng dikin, bi gilî ne. Şênî li benda aliyên têkildar in da ku pirsgirêkê çareser bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li ser bangawaziyên şêniyan û xwediyên dikanên bazirganiyê li sûka navendî ya Tebqayê, Şaredariya Gel dest bi gelek xebatên xizmetguzariyê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li bajarokê Ebdan ê girêdayî navçeya Şedadê, piştî xwediyên sahrîcên ku avê ji şêniyan re tînin bi rêxistinên li kampan û xwediyên patozan re xebitîn, pirsgirêkên avê li bajarok zêde bû. Şaredariya Gel diyar kir ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka avê dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA