ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiya mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê ji malbata şehîdê Hêzên Xweparastinê Dilyar Mihemed Welî re dixwazin ê 23‘yê Tîrmehê di operasyonên li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şehîd bibû, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ji bo nîşqaşkirina mijarên qanûnî girêdayî çawaniya darizandina çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê û avakirina têkiliyêan bi aliyên derve re komîteyek ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê dorpêça Rejîma Sûriyê li ser Şehbayê ferz kiriye bi berdewama komployên dagirkeriya Tirk bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Temenmezinên kantona Girê Spî yên ku serdema Osmanî jiyan gotin, ew kiriyarên Osmaniyan bi serê dapîr û bapîrên wan kirin ji bîr nakin û Osmaniya nû li herêmê qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-HPC yek jî hîmên sereke yên pergala parastinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li herêma Serêkaniyê vê HPC bi hevkariya aliyên ewlehî parastinê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- KNK-Rojava, li dijî xeteriyên li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi armanca avakirina yekîtiya Kurdî di nava liv û tevgerê deye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Mirî El-Şibilî gûrbûna li Heleb û Idlibê bi encamên nakokiyên li ser parvekirinê bi nav kir û got, nameya Tirkiyê ew e ku ji tevgeriya Rûsya li başûrê Idlibê ne razî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin veguherî navendek ji navendên herî girîng ku nakokiyan çareser dike. Di vê mehê de 10 doz çareser kir. Bi rêya goftûguyê di navbera jin û mêr de û tekezkirin wekheviyê hewl dide nezanabûnê û kevneşopiyên civakê yên riziyayî derbas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên çalakiya mertalên zindî ya kantona Kobanê gotin ew bi hebûna hêzeke din ji bilî hêzên xwe yên leheng qebûl nakin. Jinên başdar tekez kirin ku Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê bihejîne û destkeftiyên gelên herêmê yên ku keda şehîdan hatine bidestxistin bike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Heyva Sor a Kurd rojane derdora 120 nexweşan di Kampa Serdemê de derman dike. Ji ber bilindbûna pileya germahiyê, gelek nexweşiyên mîna ta, kulbûna zik û lêxistina rokê di nava şêniyan de belav bûne. Ji ber paşguhkirina rêxistinên tenduristiyê, kêmasî di derman û pêdiviyên tenduristiyê de derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA