ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên

 Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Şehbayê bi daxuayniyekê li hola navçeya Fafînê salvegera 6‘emîn a komkujiya ku çeteyan li ser şêniyên Til Eran û Til Hasilê bi bîr tînin, saet 17:00. Girêdayî heman mijarê Hevbendiya Niştimî ya Demokratîk li Sûriyê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyaniyê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo qurbaniyên êrîşa li taxa Xerbî li cihê teqînê bi bîr tînin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kêliyên êrîşa hovane ya ku taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir hedef û di encama wê erîşê de 62 kes şehîd bûn û zêdeyî 176 jî birîndar bûn xaleke reş e û nayê jibîrkirin. Şêniyan bi munasebeta salvegera komkujiyê ew kêliyên hovane parve kirin. Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin ku kesên li pey vê êrîşê eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çar sal li ser rizgarkirina navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê re derbas bû. Sirîn ji çeteyên DAIŞ’ê re wekî navendek a birêxistinkirina êrîşan dihat naskirin.  Piştî rizgarkirinê û heta niha gavên girîng di her aliyan de hatin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parezera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal bal kişand ser daxuyaniya Ocalan a ‘Pêvajoya 40 rojî girînge’ û diyar kir ku Ocalan gotiye,  ‘ Berdewamkirina hevdîtinan nêzikahiya ji  bo çareseriyê girînge, mixabin astengkirina hevdîtinan jî dê bê wateya neçareseriyê. (BI WÊNE).

- Serkretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef got: “Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya ti kesî naxe xeteriyê. Lê Tirkiye bi hinceta “ewlehiya neteweyî” gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Ereb û Kurd diyar kirin ku ew ê bi îradeya xwe li dijî her êrîşeke li ser herêmên xwe bisekinin û ew ê piştgiriya hêzên xwe yên lerşkerî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Tirkmen ên beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê bûne, tekez kir ku ew nahêlin Tirkiye bikeve xaka wan a ku bi keda şehîdan hatiye rizarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Bi vegera li ser kokê re em govendê zindî bikin" Çaremîn Mîhrecana Dîlanan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgra a Girkê Legê dest pê dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku ew ji xebatên şaredariyê re razî bûn û daxwaza zêdekirina xizmetguzariyên sererastkirina rêyan kir. Her wiha girîngiya hevkariya şeêniyan bi şaredaryê re destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA