ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2022

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîmê bîranîna şehîd fermandar Egîd li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD`ê îşaret bi girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got: "Ev hevkarî rêya rast a ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweser û parastina herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji beriya salekê ve di encama kêmkirina dewleta Tirk a dagirker ji rêjeya ava Firatê re, bandor li jiyana bi milyonan sûrî hate kirin, ger wiha bimîne jî dê kareset rû bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kesayetên welatparêz da zanîn ku şehîd Egîd hebûna dewleta Tirk hejand û gelê Kurd li ser serhildanê, têkoşîna rizgarî û nexeşkirina rêveçûna doza Kurd hişyar kir, her wiha xwişka du şehîd û têkoşerekî girtî got, "Ji ber bandora bi şehîdan û fikrê şehîd Egîd birayên min tev li têkoşîn û berxwedanê bûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê banga derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û îşaret bi girîngiya piştevaniya partiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Luqman Ehmê da zanîn ku heke PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîlayan de bibe hevkar ê berdêlên giran bide û got, "Gelê me van helwestan qebûl nake. Ev yek jî di salên 1990’î de pêk hat û hemûyan dît ku çawa gelê me serî hilda û helwesteke tund di wê demê de nîşan da." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyram diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî hewl dide civakekê li ser bingehên çetetiyê ava bike da ku perjewandiyê xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Tebqayê Setam El-Ferec der barê helwesta hikumeta Şamê ji çareseriya aloziya welat de axivî û got: "Diyalog, rêbazê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê got "lihevkirin" weke şanoyekê ne û teqez kir ku ger hikumeta Şamê di vê siyasetê de berdewam kir dê aloziyê kûr bike û diyalogên aştiyê li herêmê asteng bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Pêşandana şanoyan ku bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta Yekta Herekol ji aliyê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dewam dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi hatina meha Remezanê re û ji bo kirîna madeyan bi buhayeke guncaw Odeya Pîşesaziyê amadekariyê vekirina sûkeke demkî dike. Li gorî hevseroka Odeya Pîşesaziyê wê nêzî 20 kargehên cur be cur tevlî sûkê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA