ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa navçeya Dirbêsiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji beriya nêzî hefteyekê ve, li gundên navçeya Til Temirê şerên demkî yên bi çekên giran di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyê de rû didin. Çavkaniyekî destnîşan kir çete li ser parvekirina dizîn û talankirina milkên sivîlan bi hev dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Şedadê diyar kir ku ew bi yekitî û jiyana hevbeş a di bin sîwana netewa demokartîk de, bi serketine û armanca wan a sereke rizgarkirina herêmên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê got, di roja yekemîn a sala nû ya perwerdeyê de 822 hezar xwendekarî berê xwe da 4 hezar û 92 dibistanan. Her wiha diyar kir ku ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa Koronayê gelek tedbîr hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Muslim destnîşan kir ku ev êrişên dewleta Tirk a dagirker dê şerê navxweyî bi xwe re bîne ku di vî şerî de Kurd hedef in û wiha dewam kir:“Dibe ku dewleta Tirk dîsa xwînê birijîne, qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin lê ev dê dewleta Tirk jî hilweşîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan û dîplomatê Ermenî Hamo Moskovyan got, Tirkiyê bi destwerdana li aloziya Ermenistan-Azerbaycanê dixwaze dest li herêma Kafkasya û herêma pişt deryaya Qezwînê werde da ku xewna "Torana mezin" pêk bîne. Her wiha piştrast kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna xewnên xwe çeteyên Sûriyê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Sekerterê giştî yê Însiyatîfa Parlamanatoya  Erebî Cemal Bohesen got, gefa herî xeternak a li ser ewlehiya netewî ya erebî, planên Erdogan ên vegerandina împeratoriya Osmanî ne.  Bohesen bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bi berpirsiyariyên xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a kantona Kobanê, li dijî operaysona qirkirina siyasî ya desthilata Tirk li dijî kesayetên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê li girê Meştenûrê dide, saet 09:00'an.

- Meclisa Jinan a PYD`ê amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyemîn dike. Dê kongre bi dirûşmeya "Bi rêxistinbûn û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke demokratîk mayînde bikin" bê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Derhênera sînemayê ya Urdunî Sumeya Berekat diyar kir ku tevî zehmetî û astengiyên ku herêma Efrînê tê re derbas dibe, Mîhrîcana Lêlûn di dem û cihê guncew de hêvî da şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA