ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komeleya Çerkes a bajarê Minbicê bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê semînerekê li ser dîroka çerkesan organîze dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziyên bajarê Hesekê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga yekitiya netewî ya kurdî de daxuyaniyê dide, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi diruşmeya "Bi çanda jina azad û rêsandina hunera şoreşê em ê dagirkeriyê têk bibin" Konferansa Kevana Zêrîn a duyemîn li bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanên rojavayî destnîşan kirin ku lihevkirina di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de, lihevkirineke cîhanî bi dewleta Tirk re ye. Ev lihevkirin, berjewendiyên gelê Şengalê di ber çavan re derbas nake. Her wiha dan xuyakirin, pêwîst nake ku dewleta Tirk tiştekî bike, ji ber ku li şûna wê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serkêşiya malbata Barzanî dê her tiştî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezzai Mihemed bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên kantona Girê Spî û hişyariya pelên koçberiyê kir. Mihemed bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku trajediyeke din dubare nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina êlan bi hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê herêmê ji planên dagirkeran biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar Dilovan Deştî diyar kir ku kesên êrişî zimanê kurdî dikin ew bi xwe ne zanin bixwînin ne jî binivîsin û bi zimanê erebî yan jî zimanên dîtir êrişî zimanê xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Elî Ehmed Şahîn ê pisporê nexweşiyên kezeb û xwarinê û berdevkê komîteya zanistî ya têkbirina Koronayê li Kobanê got: "Pandemiya vîrusa Koronayê li bajêr digihîne lûtkeyê, divê Rêveberiya Xweser û şênî bi hişyar tevbigerin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Hecînê ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi desteka Desteya Şaredariyan û Xebatên Xizmetguzarî ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, dest bi gelek projeyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê bi filitandina nirxê gelek madeyan û di serî de madeyên sotemeniyê bi taybetî mazota sinaî û bazirganiyê, êdî dev ji berpirsiyarên xwe yên civakî berdide. Li gorî şîrovekarekî aborî yê sûrî, dê ev yek nirxê madeyên herêmî bi rêjeya ji sedî 20-30 zêde bike. (BI WÊNE).

ANHA