ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên dawî yên PDK'ê dighêje navçeya Çilaxa. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd û Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî rewşa dawî ya vîrusa Koronayê li herêmê, rola ragihandinê di hişyarkirina civakê de, nekanîzmeya koordîneyê ya di navbera saziyên ragihandinê û Heyva Sor a Kurd de li hemberî vê pandemiyê, panelekê li hola Nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Jinên Misilman a girêdayî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk têkildarî girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Akademiya Civaka Demokratîk a li bajarê Qamişloyê dide, saet 11:00'an. Bi heman armancê navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya li Dêrikê û jinên navçeya Holê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Jinan bi rêya lidarxistina kongre û koferansan bi armanca xurtkirina sazûmaniya xwe ya rêxistinî û pêşxistina wê, tevgera xwe ya rêxistinî, siyasî û civakî mezin kir. Ji bo parastina jinan û pêşxistina wan, çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan li dar xistin. (BI WÊNE).

JIN

- Endama KNK-Rojava Derya Remedan têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven got, dewleta Tirk ji têkoşîna jina azad ditirse. (BI WÊNE).

DOSYA

- Digel nerazîbûna gel a ji zêdebûna krîza aborî û acizbûna hikumeta Şamê ji dabînkirina pêdiviyên welatiyan, Parlamentoya Sûriyê projeya qanûna budceya 2021’an pejirand. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Lemîs Abdullah bêdengiya Rûsya ya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê de rexne kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê bê deng nemîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên Efrînê destnîşan kirin ku di peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, destê sêyemîn heye, ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Şêniyan gotin peyman nûnertiya vîna civaka civaka Êzidî nake û dê bi berxwedana şêniyan bi bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Kurd êrişa çekdarên PDK'ê ya li dijî nuqteyên gerîlayan şermezar kirin û gotin: "Ya ku qewimî şerm e. Divê PDK'ê ne ji bo dijmin, lê ji bo xizmeta gelê Kurd bixebite." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Beşdarên meşa dirêj a ciwanan, tevgerên dawî yên PDK û êrişên wê yên li ser nuqteyên gerîlayan şermezar kirin û bang li tevahî ciwanên li gelemperiya Kurdistanê kirin ku hevgirtina xwe ava bikin û li hemberî siyasetên partiyetî yên teng ên ku nakevin xizmeta gelê Kurd bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê gelek cenaze ji gorên komî derxistine û di rewşên awarte de roleke girîng pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên ji warê xwe hatin koçberkirina hêviya xwe bi sala nû dikin û dibêjin: "Her sal hêviyên me yên vegerê mezin dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA