Endamên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a girêdayî taxa Eşrefiyê ya Helebê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got fikrê wî rêya azadiyê nîşanî wan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Ev hilbijartinên dawîn ên li Tirkiyeyê belkî jî di dîroka Komara Tirk de yên herî balkêş in. Mixabin welat di serdemeke pir krîtîk re derbas dibe. Hilbijartin li ser esasê hevpeymanên gelekî lawaz pêk tên. Ji bo propagandaya hilbijartinê pêşbaziya 'neteweperestiyê' tê kirin û PKK dikin mijara propagandaya hilbijartinan. Vîdeoyên montajên sexte yên bi PKK'ê ve girêdayî, tên amadekirin û bi derewan re didin pêşiya gel.
Tirkiye di tûra duyemîn a hilbijartinan de gavên dîrokî diavêje, an demokrasî û reform an jî w; destpotî û gendelî dewam bikin. Li aliyekî din çavkaniyekî diplomatîk diyar kir ku Rûsya "Xeta sor" a ewlehiyê ya der barê Sûriyeyê de li ber Îsraîlê re girt.
Şêniyên Reqayê û rûspiyê eşîra El Welde diyar kir ku diyardeya guleteqandinê di şahiyan de, li herêmê zêde bûye û divê dawî lê were anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên Şamê bertek nîşanî biryara hikumeta Şamê ya rakirina besteyan da. Welatiyan diyar kir ku ji ber vê biryarê bi hezaran kes bê kar mane û nikarin debara xwe bikin û her wiha destnîşan kir ku armanca vê biryarê zêdekirina serweta rayedarên hikumetê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Li Qamişloyê dikandarê bi navê Ebdo di dikaneka xwe ya biçûk de alav û amûrên entîke berhev kirine û diyar dike ku ji bo parastina kelepora gelên herêmê dê wan alavan biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)
MSD`ê panelek bi navnîşan “Bandor û encamên siyasî yên normalîzekirina erebî bi Şamê re” li hola civînan a MSD`ê ya li Şêxmeqsûdê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn, 8`emîn Pêşangeha Şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Tevgera Kevana Zêrîn a Hesekê bi daxuyaniyekê dorpêkirina kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA