ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Çalakiyên Komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya li bajarê Kobanê li dar dikeve di roja xwe ya duyemîn de didome.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan  yên ku duh li Goristana Şehîd Dîcle hatine oxirkirin re dixwazin.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Seîd re dixwazin, konê sersaxiyê li navçeyê ye saet 11:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Merasîma oxirkirina du şehîdên Erka Xweparastinê yên ku li bajarê Minbicê şehîd bûne li Goristana Şehîd Mehmûd Timê tê lidarxistin. saet 13:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê û navçeyên Dirbesiyê, Serkaniyê û Dêrikê merasîma bîranîna şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz), şehîdên mehên Sibat û Adarê li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawodiyê, Goristana Şehîd Rustem Cûdî, Goristana Şehîdên Serêkaniyê û Goristana Şehîd Xebat Dêrik sate 10:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Hêzên Leşkerî bi boneya Hefteya Qehremaniyê li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê torenek leşkerî li dar dixin. saet 10:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Hêzên Leşkerî yên Herêma Qamişlo bi boneya serkeftina QSD`ê li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo şahiyekê li dar dixin saet 12:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Bavên du şehîdên ji Minbicê gotin divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftî û mîrata şehîdan biparêzin. Her wiha destnîşan kirin ku piştî ragihandina têkçûna DAIŞ`ê divê şênî têbighêjin ku xeteriya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê didome. (BI WÎNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Emced Osman destnîşan kir ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê ji DAIŞ`ê xeternaktir e û got: “Divê hêzên navneteweyî li hember hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesteke zelal bidin nîşandan.” .(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Sûrî ji bajarê Helebê destnîşan kirin ku divê armanca sereke ya gelê Sûriyê rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û redkirina parçekirina erdnîgariya Sûriyê be.(BI WÎNE Û DÎMEN)

JIN

-Komîteya Jin a Kantona Şehbayê li navenda Şehîd Axîn a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê pêşenga karê destan vedike saet 12:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tunediya li ser jinan bi hevkariya Kongreya Star a Dirbesiyê li bajarokê El-Xas ê girêdayî navçeyê semînerekê organize dike saet 11:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Gelek astengî li pêşiya Sînemaya Kurdî hene. Hinek jê girêdayî nasnameyê ne, hinek girêdayî pîşayî, pisporî tevî dozên siyasî û pirsgirêkên aborî. Ev astengî û hinek din bûne mijara hevpeyvîna ajansa me bi derhêner Hozan Ebdo re.(BI WÎNE Û DÎMEN)

ANHA